Dijminê Gel li Silêmaniyê ye

Silêmanî (Rûdaw) – Kora Şanoya Ba, bi provayên berhema xwe ya nû ya lîstoka şanoyê ve mijûl in, ku ev berhem sed sal beriya niha hatiye nivîsandin.

 

Derhênerê lîstoka şanoyê Renc Misfeta ji Rûdawê re ragihand; “Şanoya ya bi navê “Dijminê Gel” ji aliyê nivîskarê navdar ê noveçî Henrîk Epsin ve hatiye nivîsandin.

 

Mistefa da zanîn, ku 8 aktor di vê şanoyê de cîh digrin.

 

Şanoya “Dijminê Gel” yek ji navdartirîn senaryoya nivîskar Epsin e, ku tê de recneyên tund li hizir û nerîta bavê wê demê yê civaka Norveçê dike.

 

Biryar e ev şano di meha Adarê de bê nîmayîşkirin.