Geylan di festîvala tirkî-kurdî de distirê


Evîn Selah

Hewlêr (Rûdaw) - Stranbêjê ciwan Geylan Tahir piştî serketina ku di olmpiyada Tirkiyê de bidest xist, bi niyaz e meha Adara îsal careke din biçê Tirkiyê, da ku vê carê jî beşdarî festîvala tirkî-kurdî bibe, ku wê li 11 bajarên Tirkiyê birêve biçe.

Geylan Tahir di vî warî de ji Rûdawê re got: "Ji aliyên gellek parêzgarên bajarên Bakurê Kurdistanê ve hatime vexwendin, ji bo ku di vê festîvalê de bistirêm. Min jî bi kêfxweşî qebûl kiriye."

Geylan wê di vê festîvalê de çend stranên kurdî jî bêje. Lê heta niha ew stranên ku wê bên gotin ne diyar in. Geylan ku Hezîrana par beşdarî olmpiyadeke taybet a strana tirkî bû, di nava 2 hezar beşdarbûyan de karîbû pileya çarem bi dest bixîne.