'Xoza' ya Mikaîl Aslan derket

Seyîdxan Kurij

Koln (Rûdaw)
- Piştî sê salan Mikaîl Aslan bi albûma xwe ya nû bi navê “Xoza“ derket pêşberî guhdarên muzîka kurdî. Xoza peyveke kirdkî (kirmanckî) ye bi kurmancî tê wateya “xwezayê".

Derbarê naverok û navê albûmê de, Mikaîl Aslan got: “Li cem me zevî salekê diçandin, salekê şov dihiştin. Ango piştî saleke westanê, salekê rehet dibe, her cureyê giya li ser erdê hêşîn dibe, ji bo xwe derfetên jiyanê dibîne. Erdê ku serbest tê berdan, xwe vedijîne. Di wan demên dawî de însan li hemberî xwezayê bêyî însaf û berpirsyarî ne, li gor kêfa xwe, ji bo berjewendiyên xwe xwezayê wêran dikin. Dîsa di wan salên dawî de dewlet dixwaze li Dêrsimê bendavan ava bike, ango berê avê bigire, ziyaretên me hilweşîne, bi giştî xwezaya Kurdistanê wêran bike. Ez pirr di jêr bandora wan kiryaran da mam. Bi hilbijartina vî navî û klamên albûmê min xwest ez bala guhdaran bikişînim ser xwezaya me.“

Albûma “Xoza“ albûma Mikaîl Aslan ya heftemîn e. Wek albûmên din jî, Mikaîl di vê albûma nû de jî pirranî stranên kirdkî distire, lê straneke tirkî û straneke kurmancî jî di albûmê de hene.