FESTÎVALA ROJÊN SEMSÛRÊ – Armanca festîvalan tê rexnekirin

Enqere (Rûdaw) - Gelek caran bajarên Bakurê Kurdistanê bi sedan kîlometre rê didin ber xwe û diçin Enqerê da ku bajarê xwe bidin naskirin û dewlemendiyên xwe  nimayîş bikin. Lê gelek caran ev festival nagihin armanca xwe. Ji ber ku êdî armanca festîvalan zêdetir bûye qazanca aborî û armanca sereke ya van festivalan hatiye piştguh xistin.

 

Di van  salên dawî de gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi armanca nimayîşkirina dewlemendiyên xwe li paytexta Tirkiye Enqerê çalakiyên curbicur dikin.

 

Di Festîvala Rojên Semsûrê ya li Enqerê de jî şêweyê aheng û şahiya taybet a vî bajarî hate nimayîşkirin. Semsûr weke bajerekî kevin û dewlemend di warê çand û henûrê de bûye mêvanê festivaleke taybet bi navê “Rojên Semsûrê.”

 

Beşdarê festîvalê Nedîm Kazan diyar dike; “Em jî dixwazin wîlayet û qezayên xwe  hem li Tirkiyê hem jî li dewletên din jî bidin naskirin. Bi vê armancê em jî hatine û em piştgiriyê didin. Me got bila qelebalix zêde be. Em berdewam dikin.”

 

Rêveberên vê festivalê bi gilî û gazinde ne.  Ji ber ku bi gotina wan ji rejeya sedî 60 kompanyayên di festivalê de beşdar çi peywendî bi Semsûrê nîne. 

 

Reveberê Festivalê Kadîr Hanbay diyar dike; “Niha li vê derê kompanyayên biyanî gelek in. Ji sedî 60 kompanya ji derve hatine û ew nizanin ka Semsûr bajarekî çawa ye. Tenê ji bo bazarganî hatine. Rojên pêşiya dê bajarên din jî festivalên bi vî şeklî bikin. Heman tişt wê dîsa dubare bibe. Divê tenê kompanyayên bajaran beşdar bibin.”

 

Semsûr  yek ji wan bajaran ne ku rêjeya axavtina kurdî  li wî bajarî gelek kêm bûye. Ji bilî gundên derdora Deşta Kolikê, xelkê bajêr zêdetir bi tirkî diaxivin û çanda tirkan jî êdî bûye desthilat.