Hunermendê kurd: Muzik dê pirsgirêkan çareser bike

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê kurd Rizgar Heme Rauf got, niha ji hemû deman zêdetir pêwîstiya mirovan bi mûzikê heye û muzik dê pirsgirêkan çareser bike .

 

Neyjen û bilûrvanê kurdê Başûrê Kurdistanê Rizgar Heme Rauf li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê konserekê bêpere li dar xist.

 

Rizgar Heme Rauf ji Rûdawê re ragihand: “Pêwîstiya mirovan ji her demê zêdetir bi muzikê heye. Ji ber pirsgirêkên siyasî, derûniya mirovan têk çûye û tenê muzik dikare ji vê yekê re bibe derman.”

 

Rauf anî ziman, mirov bi muzikê digihêje “aramiya manewî” û wiha domand: “Konsera me bi piştevaniya Rêveberiya Çand û Hunera ya Hewlêrê, Enstîtuya Hunerên Ciwan û Sendikaya Hunermendên Kurdistanê ya Çemçemalê birêve çû. Ez sipasiya hemû aliyên alîkarî dane me dikim.”

 

Hunermendê kurd heta niha li Silêmanî, Kerkûk, Hewlêr û Çemçemalê konser dane û dê rojên pêştir li Duhok û navçeya Sorana a Hewlêrê jî konseran li dar bixe.