Nivîskarekî Kurd li ser kûçikê xwe romanek nivîsand: Ozzy

Dusseldorf (Rûdaw) - Li Holendayê ji salên 80yî ve romanên Dr. Îbrahîm Selman li ser dika şanoyan û li ser ekranên wî welatî û li ser refên pirtûkxaneyan hene.

14 sal bû ku vî nivîskar, lîstikvan û kesayetiya çandî ya Kurdistanî û Holendî romaneke nû belav nekiribû.

Wî van rojan romana 'Ozzy' bi zimanê Holendî weşand û gihand bazara Holendayê.

Dr. Îbrahîm Selman ji Amsterdamê tevlî bernameya Diyasporayê bû, dabaşa romana xwe ya nû kir û got:

“Tiştê ku ez pê re dijîm vediguherînim nivîsandin e.

Romana min li ser kûçikê min e. Piştî ku kûçikê min mir, min roman nivîsand.

Kûçikê min wekî endamekî malê bû.”

“Valahiyeke mezin çêkir”

Dr. Îbrahîm Selman di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman:

“Navê kûçikê min Ozzy bû. Giyanek bû û mir. Valahiyeke mezin li nik me çêkir.

Lewma çîroka wî bi me re û mirina wî bandoreke mezin li ser me çêkir.

Min romaneke taybet li ser wî nivîsand û armanca min a siberojê jî ew e ku Ozî bibe fîlm.”

Dr. Îbrahîm Selman da zanîn ku ew dixwaze bi rêya romanên wî xelk çîroka wan bizane.

Dr. Îbrahîm anî ziman ku ev zêdetirî 60 salî ye ku ew Doza Kurd lêkolîn dike.