Veronica Ostroviska: Ez bi tirs hatime Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Rojên 2 û 4ê Îlonê de li paytext Hewlêrê, di dîroka Kurdistanê de cara yekemîn nimayîşa cilûbergên Kurdistanê birêve çû. Ji bo vê nimayîşê jî salek amadekarî hatibû kirin. Piştî bidawî jî bû di qada navxwe û navdewletî de deng veda.   

 

Di hefteya nimayîşa cilûbergên Kurdistanê de projeyên 40 dîzaynerên lokalî yên herçar parçeyên Kurdistanê koleksiyona xwe nimayîş kirin. Ji bo nimayîşan jî 60 modêlên lokalî yên Kurd û iraqî û 10 modêl û topmodelên cîhanî beşdar bûn.

 

Veronica Ostroviska yek ji wan nimayîşkarên etiypî û ukraynî bû, ku wek rahênera meşê yanimayîşkarên lokalî hefteyek beriya destpêkirina projeyê hatibû Hewlêrê. Veronica piştî vegeriya welatê xwe di vê hevpeyvînê de bersiv da pirsên Rûdawê.

 

Hestên te çawa bûn, te çawa biryar da werî Kurdistanê?

 

Rastî bêjim, di destpêkê de pir ditirsiyam û dudil bûm. Ji ber ku ti zanyariyên min li ser Kurdistanê nebûn. Hinek hevalên min jî digitin, “çûna te ya Kurdistanê karê dînan e”. Ji ber ku têgihiştina me ya li ser Kurdistanê bi corek din bû. Ez bi tirs hatim lê careke din ez ê bi keyfxweşî werim.

 

 

 

Tu rahênera modêlîstên lokalî bûyî, asta wan çawa bû?

 

Ew keçên ciwan û şîrîn bûn. Yekemîn car bû ku wek nimayîşkar diçûne ser dikê lê pir baş bûn, pir bi başî perwerde werdigirtin. Ji xwe dema perwerde û rahênana me jî pir kêm bû, tenê 4 roj bûn.

 

Tu wek nimayîşkar jî beşdarî Heftiya Cilûbergên Kurdistanê bûyî, ji bot e ezmûneke çawa bû?

 

Birastî bêjim ezmûneke pir xweş bû ku nayê jibîrkirin. Min karmend dîtin ku qet nawestin û bi germî û dilsozî kar dikin. Vê yekê hesteke xweş da min. Min qet hizir nedikir ku dê Hefteya Cilûbergên Kurdistanê wiha be.

 

Tu başdarî gelek nimayîşên cîhanî bûyî. Eger berawird bikî, ferqa di navbera nimayîşên cîhanî û yê Kurdistanê de çi bûn?

 



Nimayîşa cilên Kurdistanê di asteke navdewletî de bû. Gelek welatên cîhanê xwedî ezmûnên çendîn salan in lê ev ji ya wan jî baştir bû.

 

Li Hewlêrê çi bala te kişand?

 

Birastî min gelek tişt nedîtin. Ji ber ku hertim di nav kar de bûm. Di navbera otêl û hola nimayîşan de diçûm û dihatim. Lê roja dawîn çûne bazara kultûrî ya li nêzîkî Kelha Hewlêrê û li wir min hinek tiştên çandî yê Kurdistanê kirî. Min gelek hez ji Kelha Hewlêrê jî kir û ez mat hiştim.

 

Piştî vê nimayîşê, projeyên te yên nû hene?

 

Piştî ku ji Kurdistanê vegeriyam tenê rojekê li Kîevê mam û paşî çûme Napolî. Niha jî ez yek ji nimayîşkara sereke ya heftiya nimayîşa cilên Napolî me.

 

Dixwazin di salên pêş de careke din werî Hewlêrê û beşdarî Kurdistan Fashion Week bibî?

 

Bêguman dixwazim beşdar bibim.