Hunermenda îranî Neda Abrengî klîbek bi kurdî û farsî derxist

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermenda îranî ya fars Neda Abrengî bi kurdî û farsî stran got û klîba wê jî çêkir.

Hunermenda îranî Neda Abrengî, klîbek nû bi navê “Efsane” derxist. Klîba Nedayê bi kurdî û farsî ye.

Awaz û helbesta kurdî ya klîba Neda Abrengî ji aliyê mûzîsyen û helbestvanê kurd Helkewt Zahîr ve hatiye danîn û nivîsandin. Stran li Tehranê hatiye tomarkirin.

Helkewt Zahîr li ser wê klîbê got, çend roj berê me klîb xilas kir. Ez hêvîdar im me bi vê yekê karîbe xizmeta hunera kurdî bikin.

Klîba nû ya wê hunermenda îranî ji aliyê derhênerê Libnanî Fadî Hedad ve hatiye çêkirin. 



Klîba nû ya Neda