Grûpeke ji gencan êrişî pêşangeha Ahmet Guneştekîn kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, grûpeke ji gencan êrişa Pêşangeha "Jûra Bîrê" ya hunermendê navdar ê Kurd Ahmet Guneştekin kirin û hin darbestên pêşangehê ji Sûrên Amedê avêtin xwarê.

Pêşangeha bi navê “Jûra Bîrê” ya şêwekarê navdar ê kurd Ahmed Guneştekîn bi mazûvaniya Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdariyeke qelebalix li navçeya Sûrê vebû. Encumena Meclîsa Gel a Qazaxistanê Narîn Nadîrova, Hevserokê HDPê Mithat Sancar, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekram Îmamoglu, Konsulê Swêdê ya li Stenbolê Peter Ericson û hemareke din ji kesayetên di warê siyaset, karsaz, rewşenbîr û hunermendan de beşdar bûn.

Ew pêşangeh duh 19ê Cotmeha 2021an ji aliyê grûpeke ji gencan ve hat protestokirin û piştre jî êriş birin ser.

Grûpa ku xwe bi “Înîsiyatîfa Ciwanên Amedê” nav dike piştî berzkirina dirûşmeya "Amed ranezê, xwedî li bîra xwe derkeve" hin darbestên pêşangehê ji Sûran avêtin xwarê. 

Wê grûpê got: “"Tişta li vir dibe ne pêşangeh e, xiyanet e li hemberî nirxên gelê Kurd, nirxên gelê Amedê. Darbestên di bin navê pêşnagehê de tên nîşandan, cinayetên kiryar nediyar in. Wezîra Navxwe ya Tirkiyê ya wê demê Meral Akşener, destegul şandiye ji pêşangehê re. Ew ji aliyekê ve dikuje û ji aliyeke din ve jî pîroz dike.”

Pêşangeha Ahmet Guneştekîn ya ku ji ber pandemîyê sê caran hatibû paşxistin roja 16ê Cotmehê hat vekirin û biryar e heta 31ê Kanûna 2021ê wate dê du mehan ji hunerhezan re vekirîbe.