Pirtûka çîrokan a Lorîn S. Doganê derket

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneya Avestayê pirtûka çîrokan a Lorîn S. Doganê ya bi navê “Serê Sibê”yê çap kir.

Weşanxaneya Avestayê ji ser hesabê xwe yê Xê diyar kir kir ku wê berhema çîrokan a Lorîn S. Doganê çap kiriye.

Paragrafeke çîroka “Serê sibê”  yê wiha ye:

“Hîna serê sibehê bû! Cêwîkê min telefonî min kir û got, ‘Ez jigund hatime, ez dixwazim bîskekê te bibînim.’ Piştî çend mehên ku bav û birayên min deriyê malê li min girtibûn, telefona wî ya ji nişkê ve tirs niqutandibû dilê min.

Piştî min telefon girt, bi diltengî kêliyekê di hundir de çûm û hatim. Axaftina diya min ya beriya çend pêlan bi telefonê, di rihê min de zengilî, ‘Keça min, ev çend meh in li malê hizûr nemaye.

Pismamê te yê li wir, ji bavê te re gotiye, min dîtiye destê keça te di destê lawekî de bû. Ji dema pismamê te wilo gotiye, ji devê bav û birayê te hema agir dibare. Bila haya te ji te hebe keça min!’”

Lorîn S. Dogan kî ye?

Lorîn S. Dogan sala 1975an Nisêbînê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Biyolojiyê qedandiye. “Kirasê Teng” kitêba wê ya yekem e. Heta niha berhemên wê yên bi navên “Sindoqa Girtî” û “Destên Vala” çap bûne.