Rindê dê ji bo Alan Kurdî û koçberan bistire

Dihok (Rûdaw) - Rindê stranbêjeke zarok e li Başûrê Kurdistanê li bajarê Dihokê û ew stranan ji bo zarokan distirê û 14 klîbên wê hene.

 

Rindê niha mijûlî berhemanîna stranekê ye bi zimanê îngilîzî bi navê “Why I Am Here?” ango “ez ji bo çî li vir im”.

 

Ev strana Rindê  ji bo koçberan û bi taybetî jî zarokên koçber in.

 

Herwiha keça kurd  behsa Alan Kurdî dike, ew zarokê ku bi wêneyê xwe yê xemgîn li berava Egeyê li gel xwiş û dayika xwe xeniqî hate dîtin û mirina wî hemû cîhan hejand.

 

Li ser gotina stranê bi zimanê înglîzî Rindê dibêje, ew dixwaze peyama xwe bigihîne hemû cîhanê ji bo xwedî li rewşa koçberan derkevin û dibêje jî ku ew naxwaze kes ber bi deryayê ve biçe û di rê de bimire.