Ji bo Roboskiyê muzexane tê çêkirin
Xangul Ozbey
Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo ku komkujiya Roboskiyê neyê jibîrkirin, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) muzexaneya Roboskiyê çêdike.
Federasyona ku têkoşîna wê ji bo sosyalîzmê ye, li ser şopa şoreşgerên tirk ên salên 70yî Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya dimeşe. Berdevkê SGDFê yê Amedê Hayatî Yildiz derbarê vê muzexaneyê de got ku di gellek şeran de gellek mirov tên qetilkirin û pirraniya van mirovan jî yên bêsûc û bêguneh in. Yildiz diyar kir ku derbarê van hovîtiyan de gellek tişt tên çêkirin, muzexaneya Roboskiyê jî dema ku were çêkirin, wê di dîrokê de xwediyê cîhekî girîng be.
Yildiz ragihand ku çêkirina muzexaneya Roboskiyê fikrê gundiyên Roboskiyê bûye û derbarê qonaxa projê tê de ev agahî dan: “Jixwe rêhevaleke me ya mîmar dest bi projeyê kiriye. Gelaleya projeyê derxistiye û hê jî li ser dixebite, hindik maye xilas bibe. Emê dawiya Gulanê an jî destpêka Pûşperê dest bi avakirina muzexaneyê bikin. Em texmîn dikin ku muzexaneya me wê di dawiya Îlonê de xilas bibe.”
Di 28ê Kanûna 2011ê de 34 Kurdên sivîl bi firokeyên şer ên Tirkiyeyê hatibûn kuştin û ev bûyer demek dirêj di rojeva Tirkiye û Kurdistanê de mabû.