Roger Waters bo hunermenda Kurd bang li Erdogan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê grûbeke navdar a muzîkê ya Brîtanî Roger Waters derbarê hunermenda Kurd Nudem Durak ku ev zêdeyî 6 sal in di girtîhgehê de ye peyamek belav kir û ji bo azadkirina wê  bang li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan kir.

Hunermend  Nudem Durak ku ji navçeya Dêrgulê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ye, di sala 2015ê de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin û 19 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Endamê grûba muzîkê  ya Pink Floyd a Brîtanî Roger Waters li ser hesabê xwe yê medya civakî peyemek belav kir û ji bo azadkirina Nudem Durak ku ev zêdeyî 6 sal in di girtîgeh Tîpa M ya Bayburtê de girtî ye, bang li Serokkomarê Tikiyê Recep Tayîp Erdogan kir. Waters herwiha di peyama xwe de dibêje: "Em dê te azad bikin Nudem Durak.”

Di girtîgehê de gîtara hunermenda Kurd Nudem Durak ji aliyê gardîyanan ve hatibû şikandin. Derbarê vê yekê de jî Waters di hevpevîneke xwe ya ligel kovarekê de ragihandibû ew dê gîtareke xwe ku di turneya 2017-2018ê de bikar aniye wek diyarî ji Durak re bişîne.

Roger Waters dibêje: “Wê (Nudem Durak) ji bilî fêrkirina gîtarê ya bo zarokan û nivîsîn û gotina stranên xwe yên li welatê xwe ti tiştek din nekiriye.”

Berî demekê jî Roger Waters ji bo azadkirina Nudem Durak kampanyayek dabû destpêkirin û hunermendên navdar ên wek Pete Townshend, Robert Plant, Peter Gabriel û Brian May piştgirî dabûn wê kampanyayê.