Hunermenda Fars: Roja min xwe rût kir ez azad bûm

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend û çalakvana Fars Solmaz Wekîlpûr bi riya çalakî û karên xwe yên hunerî, ku piranî protestoyî ne, li dijî desthilata siyasî, civakî û olî ya Îranê disekine.

 

Solmaz Wekîlpûr gelek caran bi tazî û laşekî bi xwîn, li cihên giştî nerazîbûna xwe derdibre û peyamên xwe digihîne. Ji ber vê helwesta xwe jî li navxwe û derveyî Îranê bûye rojeva gotûbêjan.

 

Jina Îranî di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa jiyan, huner û çalakiyên xwe kir.




 


Di navbera karê te yê hunerî û erotîzmê de ferq û cudahî çi ne?

 

Karê min hunerê performans an jî cîbicîkirin û pêşandana rasterast e. Ez bi laşê çîp û tazî li dijî şer û dek û dolabên mirovan wêneyekî diafirînim. Performas ji erotîzmê cudatir e. Erotîk ew tişt e, ku ji di mirov de hesta seksê divejîne. Lê eger bi dîtina xwîn û laşê tazî hestê mirovekî bilind bide, diyare ku nexweşiya wê/wî ya zayendî û cinsî heye.

 

Te kengî dest bi vî karî kir?

 

Yekemîn car di “Warless Day” wate Roja ji Şer Dûr de, di sala 2014ê de min ev hunera xwe pêşkeş kir, ku ew roj Roja Cîhanî ya Zarokan bû. Temaşevanan bi awayeke pir baş pêşwazî li karê min kirin, ku dixwestin ez karê xwe berdewam bikim. Lewma min jî berdewam kir û ev kar jî bû weke tevgereke bi alîgir.

 

Tevgera me ji aliyê medyaya rojava ve piştgiriyê nabîne û herwiha ew li dijî me ne. em li vir xwe rûd dikin da ku kêm jî be bala xelkê bikişin ser xwe. Eger bi qasî hezkirin û giringiya ku didin ajelan, bala xelkê Ewropayê hinekî were ser mirovan û mijara şer, li Rojhilata Navîn dê şer xilas bibin.

 



Bi tevê ku ev şêweyê hunbera we li Rojhilata Navîn bi başî nayê pêşwazîkirin, te çima ev şêwe hilbijart?

 

Dema ez biçûk û hê ti hormoneke min a cinsî nebû jî nebû ji min re digotin “qehbik”. Ji ber ku ew tişta ji min re xelet ba min qet nedikir. Ji 5 saliya xwe ve min guh nedida kesî û kesekî sersext bûm. Ez mirovekî pir bi şeref im.

 

Dema min li dijî bindestiya jinan wêneyên xwe yên rût belav kirin dubare ez bi “qehbetiyê” hatime tometbar kirin. Ji bo rûbûribûna astengiyên li pêşiya jiyan û karê xwe, yekemîn car min di 16ê Hezîrana 2013ê de wêneyên xwe yên rût belav kir û ji wê rojê ve ez azad im.

 

Lê piştî wan wêneyan, di nava 2 rojan de 470 kes ji heval û xizm û kesên min pişta xwe dane min.  Komûnîst, feminist û aktîvîstên azadîxwaz li dora min civiyan û alîkarî dane min. bi vî awayî min karî ez karê xwe yê hunerî berdewam bikim.

 




Di piraniya berhemên we de xwîn û rengê sor heye. Sedema vê çi ye?

 

Ew xwîn hemû tê wê wateyê ku ji azadîxwaziya min rijiyaye. Êş û jan, qemçî û kulm û mistên li min didin, ew destdirêjiya ku bi kom a li hember min, weke sembola êşa jinekê civaka Rojhilata Navîn e.

 

Eger ji bo gihandina peyama hunera xwe, pêwîstiya hunermendekê bi laşê wê yê rût hebe, dive laşê xwe ji bo vê bikar bîne. Nabe xelk ji laşê min ê rût bitirsin û pirsgirêkên derûnî bigrin. Laşê rût a jinekê jî weke laşê zilamekî, zarokekî, pişîkekê, balinde yan jî masiyekê ye. Laşê bûnewereke zindî ye.

 

Werin em bi hevre wê girêka bi hezaran salan vereşînin. Ne bi wî awayî ku em hemû xwe rût bikin, na. tenê bila li hember vî karî hestekî nexweş li cem me çênebe. Ji ber ku ti peywendiya rûtbûna kesên din bi jiyan û paşeroja zarokên me ve nîne.

 





Di piraniya karên xwe de tu jî xwe rût û tazî dikî. Sedema vê yekê çi ye? Gelo keseke din nabînî ku xwe tazî bike lewma tu dikî?

 

Ji bo xelkê Îranê û bi taybetî jî yên serdema Xumeynî rûtbûn hê jî karekî pir zehmet û giran e. ji ber ku hemû kes bala xwe bi hûr û kûr didin ser xaneyên laşê min û kêmesiyekî di laşê min de digerin. Ez bi rûtî dibim nîşaneyeke ji bo rîtma hemû kesan. Lê armanca min tekoşîna li hember sivikatiya li dijî jinan û herwiha şkînandina wan qeyd û bendên li dora jinan hatine girêdan e. her weke kondomek an jî madeyekî xwarinê.  

 

Ez wan sepandinên li dijî jinan weke sivikatî dibînim, ku min û kondomekî di yek astê de dibîne. Eger kesek tame ji cane min dibîne, çima ez tame ji wê yekê negrim dema ez laşê xwe bi tazî di nava axê de digevêzim û hest bikim ku ez bûme perçeke ji erd û xwezayê?

 

Niha hevjînê min nîne û dibe ku qet nebe jî. Ma ezê heta kengî di nava van qeyd û bendan de bimînim? Ji bo çi? Ji ber wê ku kesên din wisa hez dikin? Eger ew karê ew dikin ji min re ne xweş be, çima ez bi ya dilê wan bikim û hez ji min bikin?

 

Amadebûna min a di nava karê xwe de, wê yekê dide nîşandan ku ez bi karê xwe yê bi şoreşgerî ve girêdayî me, ku ev kar li dijî qeyd û bend û bindestiya jinan e. Eger ez vî karî nekim ma dê li hêviya kî bimînim da ku bike?