Ezîz Weysî dibe xêrxwaz

Hewlêr (Rûdaw)- Stranbêj Ezîz Weysî ragihand ku wî daxwaza moleta damezrandina rêxistineke xêrxwazî ji Komara Îslamî ya Îranê kiriye.

 

Ezîz Weysî ji Rûdawê re ragihand: “Min daxwaza moletê ji Komara Îslamî ya Îranê kir ji bo damezrandina rêxistineke xêrxwazî. Ger ez moletê werbigirim, ezê navê vê rêxistinê bikim Rêxistina Xêrxwazî ya Ezîz Weysî. ”

 

Weysî behsa karê xwe yê hunerî jî kir û got: “Ez xwe ji bo Newroza bê amade dikim. Ez bi nêt im herim Swêd û Denmarkê û çend aheng û konsêrtan bi helkefta serketinên Hêzên Pêşmerge li Kobanî û Şingalê saz bikim. Ezê hewl jî bidim dahateke baş bo penaberên li Başûrê Kurdistanê bicivînim.”