Çend helbest li ser ALA RENGÎN

Hewlêr (Rûdaw)- Rast e hîn dewleta kurdan ava nebûye, lê belê ala kurdan bi rengên xwe yên qeşeng yên kesk û sor û zer hertim di dil û wijdana kurdan de bilind û li ba ye. Al ne tenê qetek caw e, lê belê sembola serfirazî û serweriya her miletekî ye.

Lewma jî Ala Rengîn cihekî diyar di helbestên nivîskar û hozanvanên Rojavayê Kurdistanê de girtiye. Seydayê Cegerxwîn, Osman Sebrî, Pirêşan û gelek kesayetiyên din ala rengîn bi helbesên xwe nemir kirine û bi peyv û ristên xwe ew pîroz ragirtine.

Her gel û neteweyek li cîhanê xwedî aleke taybet û cuda ye ku wek nîşana serweriya wê neteweyê û sembola parastina azadî û serxwebûna wê tê hesibandin. Dewleta kurdan nebe jî, ala wan li gelek cihan bi fermî qedexe be jî, lê ala kurdan bi rengên cuda û çirisandî û bi roja xwe ya zer di hiş û dilê kurdan de hertim li ba dibe û diteyise.

Ala Rengîn di berhemên piraniya helbestvanên Rojavayê Kurdistanê de cihekî berçav girtiye û qedir û qîmeteke herî bilind jê re hatiye terxankirin. Ronakbîr û helbestvanê mezin Osman Sebrî di helbesteke xwe de Ala Rengîn wiha wesf dike:




Min divê her tu bilind bî. Ala rengîn kesk û zer. Him xweşî him ceng û rûmet. Tên zanîn ji sor û gewr. Dûr, nêzîk ezê te hildim. Tu yî xemla banê min. Ger bi vê derman mirin bî. Bo te gorî canê min! Dêrsim û Sasûn û Pijder. Bo te xwînê dirêjin. Herçî xort in, herçî Kurd in. Bo te lavjan dibêjin. Leşker im bo te ala min. Min divê gurmîn û şer. Duwanzde mîlyon bûne pandî. Bo te Kurdên pir huner.

Seydayê Cegerxwîn jî bi peyvên xwe yên şêrîn û nazik, di helbestekê de ala kurdan ya rengîn nemir dike û dibêje:




Ala rengîn pîroz û xweş, te hildigrim diçim bi meş. Tu li ser milên xortên ciwan, di nav te de yek rojek geş. Ala sê reng î tu, bi nav û deng î tu, nîşana ceng î tu. Ey xortê kurdan silavê lê bikin. Îro me tu kirye himbêz, rojek wê bê te bikin rêz. Li ser bana, li eywana, roja şadî bi xeml û xêz. Kesk û sor û zer î, nîşana zafer î. Ey keçên kurdan silavê lê bikin.

Jan Dost bi helkefta roja ala kurdî bi rêya helbesteke kurt hest û hezkirina xwe ji ala rengîn re diyar dike û dibêje:




Ev alaya me kurdan. Her Bilind e li ezman. Gelek naz û rengîn e. Kubar û pir şêrîn e. Kesk û sor e jêr û jor. Ji xwînê ye rengê sor. Kesk Buhara welat e. Pîroz dike ala te. Berfa spî li nêvî. Dil xweş dike bi hêvî. Wê roja zêrîn û zer. Şewqa xwe daye her der. Ev al e ji bil nîne. Kes heye nahebîne? Natewê wê her hebe. Wê tim ser serê me be. 

Mele Nûriyê Hesarî jî Ala Rengîn bi helbesteke xwe dipesinîne û dibêje:




Hey gul geşa serfîraz. Hey rohniya şevreşa. Hey dîlbera pir niyaz hey xatûna dilxweşa. Hey hêvîdara welat dermankera bê heşa. Bûka welatê mezin her cihê germ û qeşa. Gewr û sor, kesk û zer çar ji rengê te ne. Xweş tû ala minî Kurd li bendê te ne. Şabaş tû ala minî tiwî ser û sermiyan. Bo te em gorî dikin xwîn û guman û giyan. Binya te tev leşker in pirke tû kêf û hewat. Kurd va ji ter aniye sed gewher û sed xelat.