Fîlma ‘Xaniyek nêzî tavê’ li Îtalyayê xelat wergirt

Hewlêr (Rûdaw) – Fîlma Kurdî ya bi navê "Xaniyek nêzî tavê" li Îtalyayê xelat wergirt.

Meryem Semediya ji Rojhilatê Kurdistanê û Ronî Şamliyan ê ji Rojavayê Kurdistanê derhêneriya fîlma "Xaniyek nêzî tavê" kiriye.

Ronî Şamliyan ji bajarê Kobaniyê ye û Meryem Semedî jî ji bajarê Urmiyeyê ye.

Fîlma wan li Festîvala Fîlmên Navneteweyî ya Farayê ya Îtalyayê xelata baştirîn fîlmê wergirt.

Fîlma "Xaniyek nêzî tavê" behsa çîroka terziyekî Kurd ê li bajarê Kobaniyê dike.

Dema ku DAIŞ êrişî Kobaniyê dike, ew terziyê Kurd razî nabe ji mala xwe derkeve û koçber bibe.

Her dem hêviyek li ba wî dimîne ku kesên li cem wî cilên xwe didirûn û mişteriyên wî dê vegerin cem wî.

Mêvanên wî jî li mala wî hene û hemûyan xwe li wê derê veşartine.

Rojekê ew terzî diçe bazarê ji bo hinek xwarin bîne.

Dema ku vedigere, dibîne ku çekdarên DAIŞê êrişî mala wî kiriye û mêvanên xwe jî nabîne.

Fîlma "Xaniyek nêzî tavê" li Rojhilatê Kurdistanê hatiye girtin û li gelek welatan hatiye nîşandan.