Bi hunera Beytocan, xortê Hewlêrî xwe fêrî jenînê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hewlêrê xortekî xwedî pêdiviyên taybet bi bihîstina deng û muzîkên stranbêjê navdarê Bakurê Kurdistanê, Beytocan dikeve nav cîhana hunerê û xwe fêrî jenîna sazê û herwiha stranên Kurmancî kiriye.

Birwa Serbest ê 21 salî ku li Hewlêrê dijî û ji zikmakî ve destê wî yê çepê seqet e, ji Rûdawê re ragihand, wî ji zarokatiya xwe hez ji hunerê kiriye û di 12 saliya xwe de piştî ku serdana hin xizmên xwe yên nîştecihê qezaya Akrê ya Duhokê dike, bêtir hestê wî yê hunerî dibişkive û biryar dide, ku di rêya hunerê de hewlên xwe bide.

Birwa Serbest niha fêrî amûrên Saz, Ûd, Piyano bûye û herwiha stranan jî hem bi zaraveyê Soranî û hem jî bi Kurmancî dibêje. Ew dibêje, niha hewl dide asta hunera xwe pêş bixe û di rêya hunerê re debara jiyana xwe peyda bike.

Ew gelek ji deng, muzîk û stranên Beytocan, hunermendê navdarê Bakurê Kurdistanê hez dike û bi gotina wî bi xwe, bi hunera Beytocan ew jî tev li cîhana hunerê bûye.

Birwa dibêje, di destpêkê de malbata wî rêgir bûne li pêşiya heza wî ya hunerê û ew neçar bûye, şevan bi dizî li derve rahênanê li ser amûra sazê bike.

Birwa Serbest ku xwe fêrî jenîna muzîkan kiriye, niha xelkek din serdana wî dikin jibo ku li ber destê wî fêrî jenînê bibin.

Sala 2019an li hola Mîdya ya Hewlêrê, bo caram yekem derket ser dika Şanoyê û muzîk jenî.