'Festîvala Fîlman a Duhokê wek Cejna Sînemaya Kurdî ye'

Duhok (Rûdaw) - Di 8emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Duhokê de 9 fîlmên Bakurê Kurdistanê tên nîşandan û yek ji wan fîlmên diyar jî `Barastina Birayan` ku li gel nivîsandina wê, derhêneriya wê jî Ferîd Karahan kiriye. Suat Usta ku yek ji aktorên diyar ên Bakurê Kurdistanê ye, dibêje, “Festîvala li Duhokê wek Cejna Sînemaya Kurdî ye.”

Fîlma `Parastina Birayan` a Ferîd Karahan, çroka du xwendekarên Kurd ên li çiyayê rojhilatê Anatolyayê vediguhêze.

Ferîd Karahan jî yek ji diyartirîn derhênerên Kurd ê Bakurê Kurdistanê ye, gelek berhem hene, `The Fall From Heaven` yek ji fîlmên wî ye û heta niha 10 xelat wergirtine.

Ferîd Karahan, Derhênerê ji Bakurê Kurdistanê, li ser naveroka fîlm dibêje, “Behsa zarok û mamoste dike, peyamên wê li ser tirsê ku çawa mirov dixe astengiyeke zehmet.”

Sînamekarên Bakurê Kurdistanê bi 9 fîlman beşdarî 8emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Duhokê bûne û aktor, derhêner û sînamekarên naskirî jî amade ne.  Suat Usta yek ji aktorên diyar ên Bakurê Kurdistanê ye û di du fîlmên ku di festîvalê de tên nîşandan de, beşdar e. Usta vê festîvalê wek derfeteke baş dibîne bo cîhanîbûna Sînemaya Kurdî.

Suat Usta, Aktorê ji Bakurê Kurdistanê, li ser festîvalê kêfxweşiya xwe tîne ziman û dibêje, “Ez wek zarokekê şad dibim, dema ku têm vê festîvalê, ji ber ku wek Cejna Sînemaya Kurdî ye, profesyonel, navdewletî ye û nêrîna min pozîtîv e derbarê vê festîvala fîlm.”

Li 8emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Duhokê, 94 fîlm di heyama hefteyekê de tên nîşandan ku 45 ji wan xomalî û 49 jî biyanî ne.