Hulya Avşar serdana penaberên Kobanî dike

 

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermenda kurd a Tirkiyeyê Hulya Avşar, ji bo ku penaberên jin ên Kobanî bibîne û li derd û êşa wan guhdarî bike, dê biçe navçeya Pirsûsê ya Rihayê.

 

Ev demek e şaredariya Riha li ser koçberan alîkariyên mirovî belav dike. Di wê kampanyayê de dê hunermend Hulya Avşar jî beşdar bibe û bi destê xwe alîkariyê li ser jinên Kobanî belav bike.

 

Şaredarê Rihayê Celaledîn Guvenç got, di nava 2 mehan de bêhtirî 200 hezar koçberên Kobanî derbasî Tirkiyeyê bûne û diyar kir, bi qasî ku ji dest wan tê ew ji bo koçberan bûne alîkar û pêdiviyên wan dabîn dikin.

 

Guvenç da zanîn ku Hulya Avşar dê roja yekşemê (22ê vê mehê) serdana navçeya Pirsûsê bike û alîkariyê bi ser jinên Kobanî yên li wir belav bike.