Dadgehê cezayê zîndanîkirinê li Hozan Canê birî

Hewlêr (Rûdaw) - Li hunermenda Kurd Hozan Canê, bi hinceta “propagandaya rêxistinê” 3 sal û mehek û 15 roj ceza hat birîn.

3yemîn Dadgeha Giran a Edîrneyê, bi hinceta propagandaya rêxistinê 3 sal û mehek û 15 roj ceza da Hozan Canê.

Hunermanda Kurd a navdar Hozan Canê ku di çarçova xebatên hilbjartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li Edîrneyê bû, roja 24ê Hezîrana 2018an hatibû desteserkirin, Mijdara 2018an jî ji aliyê Dadgehê ve bi tohmeta “endamtiya PKKê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Hozan Canê piştî 2 salan di girtîgehê de mabû, di Cotmeha 2020ê de bi mercê qedexeya derve serbest hatibû berdan. Hozan Canê piştî rakirina qedexeya derketina wê ya derve, di 15ê Tîmehê de çûbû Almanyayê.

Doza Hozan Canê, îro li 3yemîn Dadgeha Giran a Edîrneyê, bi rêve çû. Hozan Canê beşdarî dadgehê nebû û parêzerên wê parastina wê kirin.

Parêzerên Hozan Canê Nevroz Akalan û Mustafa Pekoz, bêtawaniya muwekîlê xwe anîn ziman û ji dadgehê daxwaza hilweşandina dozê kirin.

Dadgehê, ji endamtiya rêxistinê Hozan Canê bêtawan dîtin, lê bi hinceta “bi zanebûn alîkariya rêxistinê” 5 sal ceza lê birî. Dadgehê, ji ber Hozan Canê pêştir ti tawanek nekiribû û helwesta wê ya di dema darizandinê de li ber çav girt û ceza bo 3 sal û mehek û 15 rojan kêm kir.