Romaneke nû ya Demîrtaş derdikeve: Vê carê hevnîviskar jî heye

Hewlêr (Rûdaw) – Romaneke nû ya hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş dê bê belavkirin.

Weşanxaneya Dîpnotê li ser hesabê xwe Xê ragihad ku di demeke nêzîkk de romana Selahattîn Demîrtaş dê were belavkirin.

Weşanxaneya Dîpnotê bêyî ku navê romanê eşkere bike, da zanîn ku vê carê Demîrtaş û nivîskarekî din bi hev re roman nivîsandiye.

Herwiha navê wî nivîkarî jî nehat eşkerekirin.

Nûçeya belavkirina romana nû ya Demîrtaş di torên civakî de deng veda.

Selahattîn Demîrtaş 8 sal in di girtîgehê de ye û tevî biryara Dadgeha Bilind a Mafê Mirovan a Ewropayê nayê berdan.

Demîrtaş ji bilî pirtûka parastina xwe heta niha 5 berhemên din jî belav kirine.

Demîrtaş bi navên Seher (2017), Devran (2019), Leylan (2020), Efsûn (2021), Dad (2013)  Onurlu Yaşam Davasi / Doza Pararastinê ya Jiyana bi Rûmet” (2024) şeş pirtûk belav kiribûn.