Heştemîn kongreya PENa kurd dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw/DÎHA) - Bi hevkariya Komeleya Nivîskarên Kurd û Şaredariya Amedê û bi tevlîbûna gelek nivîskarên Kurd û navneteweyî 8'emîn kongreya PEN'a Kurd li Amedê dest pê kir.

Di pêşengiya Komeleya Nivîskarên Kurd û Şaredariya Amedê de, li Salona Şanoyê ya Şaredariya Amedê 8'emîn kongreya PEN'A Kurd îro (18.05.2013) dest pê kir û dê heta 20ê Gulanê bidome.

Di kongreyê de serokê PEN'a Kurd Zerdeşt Haco, Şaredarê Amedê Osman Baydemîr,  nivîskar û sosyologê navdar Îsmaîl Beşîkçi, Serokê PEN'a Komara Çek Jiri Dedecek, gelek nivîskarên Başûrê Kurdistanê, Ewrûpa û Tirkiye amade bûn. Di dîwanê de Serokê Nivîskarên Kurd Şêxmûs Sefer, Bêrîvan Doskî û Kakşar Oremar hatin hilbijartin.

Kongreyê bi rêzgirtinê destpê kir û paşê serokê PEN'a Kurd Zerdeşt Haco axivî û xwest, Tirkiye peymana Manîfestoya navneteweyî ya Girona qebûl bike.

Haco diyar kir ku nivîskarên Kurd ên ku demek dirêj e li dever û demên cuda li ser ziman û çanda Kurd kedek dane hatine cem hev, wan kêfxweş dike û xwest êdî xalên Manîfestoya Girona ya PEN'a Neteweyî li Tirkiyeyê têkeve meriyetê.

Haco da zanîn ku armaca wan a sereke ya vê kongreyê li ser mafên ziman, çand û wêjeya Kurd nîqaş bikin û li ser pêşerojek xurt pêş bixin. Haco da zanîn ku, ew dixwazin li ser ziman û wêjeya Kurd nîqaş bikin û êdî zimanê kurdî ji wekî zimanê tirkî bibe zimanê perwerdeyê û fermî.

Haco xwest êdi kurdî jî ji dibistana seretayî heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê û Kurd karibin serbest bi zimanê xwe binivîsin, bixwînin û weşanên xwe bikin. Haco da zanîn ku, dema ziman serdest û azad be aştî û diyalog jî serdest e û dema ziman bindest be şer, xizanî û koleti heye.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Nivîskar Îsmaîl Beşîkçî û Serokê PEN'a Komara Çek Jiri Dedecek jî axaftin kirin.

Manîfestoya Girona ya PENa navneteweyî ji 10 bendan pêk hatiye. Li gorî wê manîfestoyê divê hebûna ziman û pirrzimanî li cîhanê bê parastin û her komelgeh û civak bikaribe bi zimanê xwe baxife, bixwîne û binivîsîne. Her wiha bikaranîna zimanê her komelgehekî mafê bingehîn ê wê komelgehê ye û divê dewlet û hêza serdest vê yekê pesend bike û dabîn bike.