Şêwekarên Kurd li Amerîkayê pêşangeheke hevbeş vedikin

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Çanda Kurdî ya Amerîkayê dê li bajarê San Diegoyê yê Kaliforniyayê ji şêwekarên Kurd re pêşangehekê veke û konserekê li dar bixe.

Endamê Navenda Kultura Kurdî ya Amerîkayê Hîwa Paşayî, ji Rûdawê re axivî û got:

“Em dê 26-27ê Nîsanê bi slogana ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê ji bo hunermendên şêwekariyê yên Kurd Şehriyar Caf, Sirwe Paşayî û Emîr Elmalû pêşangehekê vekin.

Çalakiya duyem ji bo hunermend Dilniya Rezazî û hunermend Kawe Şêxê ye ew jî dê konserekê bidin.”

Hîwa Paşayî da zanîn ku armanca van çalakiyên Navenda Çanda Kurdî ya Amerîkayê, ew e ku çanda Kurdî li Amerîkayê bide nasandin.

Li gorî gotina Hîwa Paşayî, dê roja yekem a çalakiyê pêşangeh were vekirin û dê pêşangeh 2 rojan berdewam bike.

Dilniya Rezazî û Kawe Şêxê jî dê roja duyem a çalakiyê konserekê bidin.

Navenda Çanda ya Kurdî ya Amerîkayê sala 2023yan li eyaleta Kaliforniyayê ya Amerîkayê hat damezirandin.

Ev yekem çalakiya çandî ya vê dezgehê ye.