Bextiyar Elî li Enqereyê panaleke dide
Navenda Nûçeyan - Romannûsê kurd Bextiyar Elî vê dê li Enqere, li Navenda Hunerên Cermodern (Cermodern Sanatlar Merkezi) axaftinekê bike.
Romannivîs, helbestvan û ronakbîrekî kurd û yek ji damezrênerên kovara Rehend e Bextiyar Elî, dê li Enqere bi navê “Edebiyat li serdema tundûtîjî” li Navenda Hunerên Cermoern panelekê bide.
Herwiha hat ragihadnin piştî axaftinê kokteylek çêdibe.
Bextiyar Elî kî ye?
Romannivîs, helbestvan û ronakbîrekî kurd û yek ji damezrênerên kovara Rehend e. Yekemîn romana wî bi navê Mergî Taqaney Duwem (Mirina Tekaneyê Duyem), di sala 1997an de li Swêdê hat weşandin.
Bextiyar Elî, li bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê di sala 1960an de ji dayik bûye. Li Zanîngeha Silêmaniyê û pişt re Hewlêrê, di fakulteya zanistî ya Zanîngeha Selahedîn di beşê zevînasî Jeolojî de xwendekar bû, lê xwendina xwe ya zanîngehê xilas nekir.
Di sala 1992an de yekemîn dîwana xwe bi awayekî sade û seretayî û bi tîrajeke kêm çap dike. Di navbera salên 1992-1994an de, hejmareke zêde ya panel û semîneran li Hewlêr û Silêmaniyê pêşkêş dike.
Piştî derketina şerê navxwe di Îlona 1994an de, ji Kurdistanê bar dike û berê xwe dide Sûriyê, piştî neh mehan ji jiyana li Şamê diçe Almanyayê û heya sala 1999an li bajarê Frankfurtê bicî dibe.
Berhem:
- Guneh û Karneval (Helbest, 1992)
- Mirina Tekanê Duyem (Roman, 1997)
- Êvara Perwaneyê (Roman, 1998)
- Tevahiya Berhemên Helbestan 1983-1998
- Dawîtirîn Hinara Dinyayê (Roman, 2002)
- Bohemî û Stêrk (Helbest)
- Karkirin di Daristanên Firdewsê de (Helbest)
- Bersiv di serdema windabûna pirsiyarê de (13 hevpeyvîn bi Bextiyar Elî re)
- Îman û şervanên wê-hizra fîlozofî û derketinên wê yên nû di çanda kurdî de
- Xwênerê kujer (Gotar)
- Bajarê Muzîkvanên Spî (Roman, 2006)
- Heya şîniya gulan… heya xwîna firîşteyan (Tevahiya berhemên helbestan 1983-2004)
- Xezelnivîs û Baxên Xeyal (Roman, 2008)
- Koşka Balindeyên Xemgîn (Roman, 2009)
- Apê min Cemşîd Xan ku herdem bayê ew bi xwe re dibir (Roman, 2010)