Pêşangeha xewn û xeyalan

Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê pêşangeheke hunerî ya taybet hate vekirin ji bo ku pêwendiyan di navbera platformên hunerî de li cîhanê xurt bike.


Ew pêşengeh ji berhemên 17 hunermendên navxweyî û derve pêk tê û hunermendên beşdar dibêjin ku ew dixwazin bi rêya vê pêşangehê sînorên di mejî û fikra mirovan de hilweşînin.


Tûrîstên ku serdana pêşangehê jî kirin dibêjin ku ew ketine cîhaneke cuda de ji têgehên niha.

 

Pêşengeha bi navê Spaceliner ku li galeriya hunerî a Arterê li Stembolê bîner û mêvanên xwe ber bi bêsînoriyekê ve dibe, dibe nîşana hilweşîna tixûbên heyî di mejî û fikra şiyana mirovan de.

 

Hunermend Yashian Schauble ku Berpirsa Dezgeha Hunerî ya Çîn û Awisturalyayê ye derbarê pêşebgehê de ji Rûdawê re wiha got:

 

“Ev platformeke wiha ye ku di warê hunerî de hewl dide bi welatên din yên cîhanê re karên hunerî pêk bîne. Dema ez hatim min texmîn nedikir ku ez ê pêrgî karên wiha baş bêm.  Li Stembolê bi rastî jî atmosfereke gelekî girîng ava bûye di warê hunerî de. Ev pêşengeh jî yek ji mînakên gelekî girîng e ji bo îspatkirina wê. Konsepta wê, karên mînîmal û fikra wê bandoreke mezin li ser min hişt.  Dema ez vegeriyam jî ezê tekez hewl bidim ku em pirekê ava bikin dinavbera me û vê derê de.”

 

Pêşengeha ku ji berhemên 17 hunermendên navxweyî û derveyîwelêt pêk tê li dû riyeke cihê ye bi şêweyê xwe yê ku têkiliya desen û mekanê vedikole. Geştiyarên ku serdana galeriyê dikin jî her û her dibin mêvanên cîhaneke cihê ji van têgehan ji bo demekê. 

 

Pêşengeha ku hewl dide curbicuriya şêweyên desenên hemdem raçav bike herwiha wek rêbazeke hemdem di riya bipêşdebirina fikrên dîtbarî de jî xaleke girîng pêk tîne.

 

Geştiyara bi navê Sless jî wiha got:

 

“Li vê derê cîhaneke nû hatiye afirandin, mîna ku ez di xewnekê de bim. Xewneke spî. Hertişt rast e, lê bi qasî rastiya xwe dûrî rastiyê ye jî. Tu di bêjî qey dema ez bihûngivime wan dê bibin xwelî û bifirin.  Hesteke gelekî xweş e dema mirov bi çavên vekirî derbasî nav xewnan dibe.”

 

Desen û mekan… Tevlîheviya van herdû têgehan, sînorê di nav wan de jî ji holê  radike û dibe pirek ku xeyalê bi rastiyê ve girê dide û derzek ku tarîtî û bêhivitiyê dighîne pakî û spîtiyê.