Zanîngeha Kurdistanê: Bila Îran qasî gelên din girîngiyê bide kurdan jî

 

Sine (Rûdaw) – Nivîskarên navdar ên kurd Ehmed Qazî û Ehmed Şerîfî, ku çend roj berê wefat kiribûn, li Zanîngeha Kurdistanê ya Sine hatin bibîranîn. Rewşenbîr û berpirsê navenda kurdolojiyê ya Zanîngeha Kurdistanê Omîd Qadirzade jî ji dewleta Îranê xwest, bila bi qasî gelên din girîngiyê bidin kurdan jî.

Şeva borî li Zanîngeha Kurdistanê ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, merasimek ji bo bibîranîna nivîskarên navdar ên kurd Ehmed Qazî û Ehmed Şerîfî, ku çend roj berê wefat kiribû, hat lidarxistin.

Di merasimê de alîkarê serokomarê Îranê di karûbarên kêmîneyên etnîkî û olî Elî Yûnisî, waliyê Sine, rayedarên zanîngehê û gellek rewşenbîr, nivîskar û hunermendên kurd beşdar bûn.

Berpirsê navenda kurdolojiyê ya Zanîngeha Kurdistanê, Omîd Qadirzade di merasimê de axaftinek kir û got, kurd li Îranê her dem alîgirê diyalog û lihevhatinê bûne ji ber wê jî em hêvîdar in mîna gelên din ên îranî, girîngiyê bidin kurdan jî.

Omîd Qadirzade rexne li dewleta Îranê kir û got, 36 sal bi ser şoreşa îslamî re derbas dibe lê heta niha gellek xalên Qanûna Bingehîn a Îranê derheqê kêmîneyên etnîkî de bicîh nehatine û wiha got:

“Gellek ji wan xalan hatine jibîrkirin. Mînak, di qanûnê de her gel û kêmîneyek dikare bi zimanê xwe bixwîne û binivîse. Heta niha dersa zimanê kurdî nayê dayîn û ev maf ji zarokên kurd hatiye standin.”

Wî rayedarê Zanîngeha Kurdistanê anî ziman ku ew hêvîdar in îsal bikarin di pişka ziman û edebiyata kurdî de xwendekaran werbigirin.

Alîkarê serokomarê Îranê di karûbarên kêmîneyên olî û etnîkî Elî Yûnisî jî di merasimê de axivî û got, kurd gelekî îranî ye û di dîrokê de gellek bedel ji bo parastina nirxên îranî û îslamî daye.



Elî Yûnisî


Elû Yûnisî diyar kir ku kurd bi kultura xwe tên naskirin lê li pêşiya geşekirina wê kulturê gellek astengiyên aborî, civakî û siyasî hene û divê bên rakirin.

Yûnisî anî ziman ku heta nivîskarên mîna Ehmed Qazî û Ehmed Şerîfî di asta Îranê de neyên behskirin û naskirin, kurd dê her mezlûm bimînin.

Li gorî wî rayedarê îranî, li Îranê êdî tehqîrkirina etnîkî nemaye û kurd dikarin bi rêya hilbijartin û çalakiyên xwe siyasî xwe baştir bidin nasîn.

Nivîskarê kurd Ehmed Qazî roja 7ê vê mehê û nivîskarê kurd Ehmed Şerîfî jî roja 10ê vê mehê wefat kiribûn. 


Ehmed Qazî


Ehmed Şerîfî