Gulşîfte Ferahanî: Gelek hez ji sînemaya Kurdî dikim

Cannes (Rûdaw) – Aktrîsa Îranî ya sînemaya Hollywoodê Gulşîfte Ferahanî di festîvala fîlman a Cannesê de ragihand, ku gelek hez ji sînemaya Kurdî dike.

 

Çalakiyên 69mîn xûla festîvala navdewletî ya fîlman a Cannesê li Fransa berdewam in.

 

Di şeşemîn roja çalakiyên 69emîn Mihrîcana Flîman a Cannesê de, flîma "Paterson" ya derhênerê Amerîkî, Jim Jarmusch hate nîşandan.

 

"Paterson" flîmek e li ser jiyana rojane ya ajovanê otobusê ye li bajarê Paterson yê Wîlayeta New Jersey, li Amerîka.

 

Piştî nîşandana flîmê, Ferahanî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, ew ji zarokatiyê ve xewn bi wê yekê dîtiye ku Jarmusc binîne.

 

Ferahanî got:"Tê bîra min ez 12 salî bûm li Îranê, min fîlma Kafe û Çixare (Coffee and Cigarettes) a Jarmusch temaşe dikir.Ezmûna min di lîstina fîlmên rojhilata, rojavayî û Hollywoodê ez fêrî gelek tiştan kirim. Min hemû carî digot ku ey xweda Jarmusch baştirîn derhênerê min e."

 

Aktrîsa Îranî Gulşîfte Ferahanî ku roleke sereke di "Paterson" de dilîze, di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku ew gelek hez ji sînemaya Kurdî dike.

 

Ferahanî got: "Ez hez ji we dikim. Min gelek fîlm bi Kurdî temaşe kirine. Ez hez ji sînemaya Kurdî dikim."