Mano Xelîl fîlmê “Hechecîk” çêdike

17-04-2014
RÛDAW
A+ A-

 

 

Derhênerê kurd Mano Xelîl niha li Kurdistanê mijûlî wênegirtina nûtirîn fîlmê xwe yê bi navê “Hechecîk” e. Ev fîlm bi çavê mirovekî ewropî Kurdistanê dide xuyanê. Berpirsê ragihandina fîlmê Hechecîk, Pesar Fayeq, derbarê vî fîlmî de ji Rûdawê re ragihand ku “ev fîlm çîroka xortekî kurd vedibêje ku beriya 30 salan çûye Swîsreyê û li wê derê ligel keçeke swîsrî bûye hevjîn, lê piştî vegera xwe bo Kurdistanê winda dibe û ti agahî derbarê wî de nayên bidestxistin.”

Pesar got “çîroka vî fîlmî çend salan beriya niha hate nivîsandin û wek senaryo hate amadekirin. Berê xelata yekem a Yekîtiya Nivîskarên Swîsreyî bidestxistibû, lê ji bo berhemanîna vî fîlmî ji aliyê teknînkî ve em pişta xwe bi sînemakar û teknîkerên derveyî Kurdistanê girêdidin.”

Ev fîlmê ji senaryo, derhênan û berhemanîna derhênerê Kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê, Mano Xelîl, di dawiya vê salê de bi dawî dibe û di sala 2015ê de tê pêşandan. Dirêjiya fîlm wê nêzîkî 100 xulekî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst