Di edebiyata Rojavayê Kurdistanê de komkujiya Helebçe

Hewlêr (Rûdaw) - Bêtar û komkujiya Helebçe ya herî mezin cihekî balkêş di edebiyata Rojavayê Kurdistanê de girtiye û gelek helbestvanên Rojava li ser vê karesatê nivîsandine û xemgînî û kovana xwe diyar kirine.

Adar her çiqas meha buharê be jî, meheke xweşiyê be jî, ewqasî jî meheke nexweş e ji bo Kurdan. Di buharê de komkujiya Helebçe heye, rojeke reş û tehl e di dîroka gelê Kurd de. Di wê rojê de, neyarên gelê Kurd bêhtirî 5 hezar Kurd qirr kirin û xaleke tarî li ser eniya mirovatiyê mor kirin. Kurdên Rojavayê Kurdistanê her sal bîranîna Helebçe zindî dikin û Komkujiya Helebçe cihê xwe di helbesta Rojavayê Kurdistanê de jî digire.

Helbestvan Selman Şoreş di helbesteke xwe de li ser Helebçeyê dinale û dibêje:

“Çi derd û şîn û kovan e Helebçe. Hewar û qîr û fîxan e Helebçe. Hezar û nehsed û bîst û di pênca. Li Amed wa ye ferman e Helebçe. Ararat, Qoçgirî, Motka û Dêrsim. Li Pasûr agir û jan e Helebçe. Xuha qewmê çiya û Aleqemşê. Tu xwişka Geliyê Zîlane Helebçe. Tu bûye Kerbelaya hemdemî lê. Li ser te kîmyabaran e Helebçe. Hewar e tu dibê qey cejneroj e. Mîna ye warê Qurban e Helebçe. Di warê raperîn û berxwedanê. Ji bo me nav û nîşan e Helebçe. Tu navê her ciyê Kurd lê dimînin. Li ser me ceng û tofan e Helebçe. Dê encam bê serê vanê der û dor. Umêda me ji Yezdan e Helebçe. Me nemrîne Xweda ta wê dema xweş. Biçe şîn keyf û seyran e Helebçe.”

Ehmed Huseynî bi navê "Goristanên Teng" helbesteke dilşewat li ser Helebçeyê dinivîse û tê de dibêje:

“Li ser textê çiyan bûk bû. Di hêlîna buharê de, di hişê kevir de çûk bû. Gula heft ber bû, lêv tenik, çav bi xewn, por aza bû. Gerden ji alal û awazan bû. Axîna wê agir di şeva Zerdeşt de vemirand. Birîna wê, xwîn di çermê xwedayekî çiyayî de tewirand. Ji stêrkeke geş dikeve. Pencereya girî derbas dike. Nema şîrê çiyan ji berfê nas dike! Tarîbûn mijankê welatê min kil dike û Helebçe bêdest e, xwe davêje çepera jînê, xwe davêje genîbûna birînê. Helebçeyê û dawiya şevê. Berê rokê li kîjan gorê ye? Pênc hezar gul. Pênc hezar peşkên baranê. Ji xewna çiyan şiyar dike û Helebçe bi makyaja kîmya nûjen têt xemilandin. Helebçeyê lêvên xwe ji nêrgizê, ji tava rokê bernade û ji govenda seqemê nareve.”

Helbestvan û nivîskarê Kurd yê erebînivîs Îbrahîm Yûsiv di helbesta "Helebçe Bixêrhatina We Dike" ku Selah Mihemed ew kiriye kurdî, dibêje:

“Rondik li ser Helebçeyê dibarin. Bênder tozê ji ser xwe vedimalin. Bombe berî balafirê hat. Bahor, mirin, sînor. Darên xwe avêtin cîhokê. Helebçe li ser ekrana televîzyonan tê nîşandan. Bi cilên xwe yên çiyayî. Balafir wê dialêsin. Ji pişt berçavkan helbestvan bi ser rojnamê de radibe. Di rengê qehweyê de bû xwîna wê. Lê balafirê dîdar bi dawî anî. Helebçe bi ser rûyê xwe de hat. Di ser rûyê me re Helebçe çû. Helebçe bê me vegeriya. Bayê gund Helebçe bi xwe ve daleqand. Bûne wêne di arşîva me de. Bûne ximav di pênûsa me de. Êdî bes e Helebçeyê. Em ê te bi nav bikin û em ê rûyê te ji komkujiyê bidin hev. Helebçeyê tu mîna duh î, va em hatin”