Ji bo bîranîna Nuredîn Zaza pêşbirk

 

 

Amed (Rûdaw)- Ji bo bîranîna Nuredin Zaza ku nûnerek yê wêjeya nûjên a kurdî ye, pêşbirika çîrokan tê lidarxistin.

 

“Pêşbaziya Çîrokan a Nuredîn Zaza” bi  hevkarî Komeleya Nivîskarên Kurd û  Şaxê Egitim Sen a Amedê tê bi pêk anîn.

Pêşbirk di nava xwendevanên dibistanên amedeyiyê de dê ev bi zaravayê kurmancî û Zazakî pêk were.

 

Pêşbirk dê di beşa çîrokê de be, ji bo yê/ya ku wek yekemîn Bakurê Kurdistanê hilbijartina bi 500 lîrê, yê/ya duyemîn 300, yê/ya sêyem 200 bê xelatkirin.

 

Serlêdan dê di navbera 15. 01. 2015 û 15. 04. 2015an de pêk were.

 

Kesên ku bixwaze beşdare pêşbirkê bibin divê çîroka ji bo vê nureddinzaza@hotmail.com emaîlê re bişînin.

Hemî xwendekarên asta lîseyê dikarin tevlî vê pêşbirkê bibin.

 

Nuredîn Zaza di sala 1919 li navçeya Madenê ya girêdayî Elezîzê ji dayîkbûye.

 

Malbata wî tevlî serhildana Şêx Seîd bûn û ji bo wê yekê hin kes jî malabata wî hat girtin û piştre jî ligel malbata xwe derbasî Rojvayê Kurdistanê dibe. Ew li binxetê xwe digihîne Celadet Bedirxan û kovara Hawarê de dest bi nivîsandina çîrokan dike.

 

Zaza 7ê Çileyê 1988an li Lozanê diçe ser dilovaniya xwe.




Nuredîn Zaza