Pêşekiyeke kurt li ser Sokrates belav bû

Hewlêr (Rûdaw)- Yaneya Qelem li bajarê Silêmaniyê pirtûka “Sokrat, Pêşekiyeke Pirr Kurt” belav kir.

Ev pirtûk sala 2000, bi zimanê ingilîzî çap bû. Navê pirtûkê bi ingilîzî Socrates: A Very Short Introduction e û ji hêla Christopher C. Taylor hatiye nivîsandin. Pirtûk ji hêla wergêrê kurd Awat Ehmed hat wergerandin.

Ev pirtûk lêkolîneke fîlosofîk e li ser Sokrates û li ser pênc beşan hatiye dabeşkirin. Beşa yekem, pêşgotineke dirêj e li ser Sokrates.

Beşa duyem a pirtûkê li ser jiyana wî fîlosofî ye û dûre jî behsa dadgehkirin û mirina wî dike.

Di beşên din de jî, nivîskar behsa edebiyata Sokrates û pirsgirêka wî û rola Plato di jiyana Sokrates de dike. Têkiliya di navbera van her du fîlosofan de cihekî giring di pirtûkê de digire.

Wergêr Awat Ehmed ku heta niha gellek pirtûkên hizrî û fîlosofîk wergerandiye zimanê Kurdî (Zaraveyê Soranî), di pêşgotineke kurt de li ser vê pirtûkê dibêje: “Her kesê ku li ser Sokrates binivîse, divê rêzgirtin û spasdariya xwe bo hemû kar û lêkolînên ku berê li ser Sokrates hatine nivîsandin nîşan bide. Pirraniya van berhem û lêkolînan di salên dawî yên sedsala 20an de hatine nivîsandin.”