Nihilîzm di navbera Turgenev û Nietzsche de

16-11-2017
Befraw Nûrî
Nîşan Turgenev Nietzsche Nihilîzm
A+ A-

 

Romana “Bav û Kur” a nivîskarê Rûs Ivan Turgenev romaneke navdar a sedsala 19an e û bandoreke berçav li ser raman û nifşên piştî xwe kiriye. Di dema xwe de, ev roman bû cihê gengeşeyeke mezin di civaka wê demê ya Rûsyayê de. Dibe ku mijara vê romanê ji derve ve sade xuya bike, lê behsa pirsgirêkekê dike ku ligel hatina modernîzmê em wê bi beloqî û şênberî dibînin. Yek ji wan romanan e ku karîbû bi kûrî û hûrbînî hizreke abstrakt wek nihilîzmê di şêwe û qalibê mirovekî de nîşan bide. Roman behsa derza di navbera bav û kuran de dike. Bav wek sembola muhafezekarî û pabendbûna bi dab û nerîtan tê wênekirin û kur jî wek sembola serkêşî û dijatiya her buha û nerîtekê ku wî digihîne pileya nihilîzmê tê wênekirin.


Aliyekî romanê yê dîrokî jî heye. Roman hevrikiya di navbera Slaviyên lîbêral ên wê serdemê ligel hin ciwanan ku di bin bandora rewşenbîriya rojavayî de bûn nîşan dide. Dengvedaneke wiha ya karê Turgenev hebû ku şepêleke berbelav a guftûgoyê peyda kir û bi sedema wê nivîskarê wê bi neçarî ji Rûsyayê bar kir. Navê pehlewanê romanê Bazarov e û nûnerê nifşê kuran e ku Turgenev wî wek kesekî nihilîst binav dike, kesek e ku nirxên berbelav binpê dike û li hember ti desthilatekê serê xwe naçemîne, pozbilind e û li kesî mikur nayê, zanistger e û li derveyî zanistê baweriya wî bi ti tiştî nayê, xwe wiha nîşan dide ku hest û sozên dilînî wek tiştên pûç dibîne û li dijî hemû şêwe û rengên romansiyetê ye. Bîr û baweriyên wî yên zanistî wî ber bi wê yekê ve jî dibin ku ji qîmetê edebiyatê jî kêm bike, li cihekî dibêje “Kîmyagerekî baş, bîst caran ji her helbestvanekî baştir e.”




Çîroka romanê bi rêwîtiya du xwendekarên bi navên Arkady Kirsanov û Bazarov ji Zanîngeha Saint Petersburgê ber bi malê ve dest pê dike. Dinya buhar e û ev herdu hevrê jî li milkê bavê Arkady disekinin û li wir dimînin. Arkady û Bazarov hevrê û hevpol in, lê bi rastî Arkady bi awayekî di bin bandora Bazarov de ye ku bêtir ji hevrêyê wî, li murîdê wî diçe. Bavê Arkady ku mirovekî xwendewar û rewşenbîr e, ji kurê xwe hez dike û ji ber kurê xwe bi rûyekî xweş mêvandariya hevrêyê wî dike, lê ligel birayê xwe bi navê Pavel ku mamê Arkady e, ji reftar û axaftinên Bazarov dikevin gumanê, lewma Arkady ji wan re dibêje, Bazarov kesekî nihilîst e û bi çavekî rexneyî li her tiştî dinere û serê xwe ji bo ti hêz û desthilatekê natewîne.


Tevî ku Bazarov nihilîst e û kenê wî bi hest û dilîniyan tê, lê zû dil dikeve jinekê bi navê Anna ku jineke ezmûndar e û girîngiyeke mezin nade Bazarov. Piştî ku Anna wî birîndar dike, Bazarov vedigere bajarê xwe ba bavê xwe, lê encama dîdara wî bi bavê wî re, ji xeynî melûlî û nerehetiyê tiştekî din nabe.


Bazarov nikare gotinên bavê xwe debar bike û ji hest û soz û dilîniya zêde ya mala xwe bêzar e. Lewma bêyî ku tiştekî bêje piştî sê rojan ji mal diçe û vedigere ba malbata Arkady. Lê vê carê ji ber ku Bazarov ji yara bavê Arkady hez dike û rojekê ku wê radimîse, mamê Arkady ango Pavel wî dibîne, ev dibe sedema ku Pavel ku bi xwe berê ji yara birayê xwe hez kiribû, li heyfhilanînê bifkire û ji Bazarov re dibêje divê em duelê bikin û di duelê de Bazarov ranê Pavel birîndar dike, di dawî de vedigere ba bavê xwe û li ber destê bavê xwe karê birînpêçiyê dike heta rojekê di dema testkirin û anatomiyê de ji bo nexweşekî tîfo, ew bi xwe jî bi wê nexweşiyê dikeve û dimire.


Şeş mehan piştî vê yekê di merasimeke mezin û bi heybet de Arkady bi keçekê re û herwiha bavê wê jî bi yara xwe re dizewicin û dilê hemûyan xweş dibe û Bazarov li bîra kesî namîne wek ku ji bîrdanka hemûyan hatibe avêtin, êdî kes li axaftin û reftarên wî yên sosret nafikire. Li vir tiştê dixwazim behs bikim kesayetiya qehremanê romanê Bazarov wek kesayetiyeke nihilist e.




Nietzsche yekem fîlosofê modern e ku bi awayekî hûrbîn behsa nihilîzmê kiriye. Li ba wî, nihilîzm wê çaxê derdikeve holê ku dibîne bîr û baweriyên sokratî û mesîhî, bûne afirînerên hin buha û nirxên metafizikî ku hîm û bingeha fikrî û felsefî ya Rojava destnîşan kirine, piştre ev nirx û buha bi xwe di serdema modern de rastî krîzê hatin û li dijî xwe derketin û xwe red dikin. Lewra li ba Nietzsche nihilîzm wê çaxê derdikeve holê ku hemû buha û nirxên metafizikî bê wate dibin û dibin cihê pirs û rexneyan. Ew dem û serdema ku Nietzsche dibêje Xwedê miriye, mirov Xwedê dikuje û dikeve dewsa wî. Bi gotineke din, nihilîzm berhema şerê bîr û baweriyên metafizikî yê sokratî û bîr û baweriyên humanîst e, wê çaxa ku humanîzm dest bi ser metafizik de digire û hemû buhayên esmanî betal dike.


Li ba Nietzsche du cureyên nihilîzmê hene: Nihilîzma pasîf û nihilêzma çalak. Nihilîzma pasîf ew nihilîzm e ku di serdema Nietzsche bi xwe de tê dîtin, ango nihilîzmek bi wateya pişta xwe bide hemû wan hewldanên ku wateyê didin jiyanê. Mirovên nihilîst ê pasîf ew mirov in ku xwe di nav tam û çêjên derveyî û madî de winda kirine, baweriya wan bi tiştekî nîne, lê ew vê bawernebûnê wek materiyal bikar tînin da tiştekî nekin û dev ji her çalakiyeke rasteqîn berdin, bi navê fikireyekê dikevin dijatiya her tiştî û her tiştî ji xeynî xwe û xweşiya xwe bê wate dibînin, aramî û asûdehiya demkî û wateya xwe di wan çêjên derveyî de dibînin ku xwe di wan de wer dikin.


Ew mirovên ku Xwedê dikujin û dikevin dewsa wî bêyî ku bikarin ti buhayeke nû û ti alternatîfekê pêşkêş bikin, mirovekî sergerdan û bê sewda ku Nietzsche di pirtûka “Zerdeşt Wiha Axivî” de wek “mirovê herî dawî” wan binav dike.


Nietzsche wiha behsa wan dike ku mirovek in her tiştî biçûk dikin û dibêje “me bextewerî  afirand.” Kesên hişyar in û kenê xwe bi her tiştî dikin û bi hev re timî di şer de ne, lê zû jî haş dibin û li hev dikin, daku gedeya wan têk neçe! Dilê wan bi tiştên biçûk ên rojane û şevane xweş e û berdewam nîgeranê tendirustiya xwe ne jî…” Li ba Nietzsche ev cureyê mirovan ji mirovan nizmtir in. Nihilîzma din ku Nietzsche dabaşa wê dike, nihilîzma çalak e ku yekem pêngava wê redkirina mirov bi xwe ye, nihilîzmeke ku dibe sedem ku em hemû bunyad û bawer û buhayan bişkînin û li şûna wan buha û baweriyên nû biafirînin. Di vê rewşê de ye ku mirovê bilind ji dayik dibe. Ew mirovê ku bilindtir e ji mirov û hilgir û afirînerê buhayê xwe ye.




Bazarov mînaka wan mirovan e ku li ba Nietzsche ji mirov kêmtir in. Ew mirovên ku ji derve ve her tiştî red dikin û di pratîkê de gîroyî heman buhayan e ku wan red dikin. Turgenev bi riya kesayetiya Bazarov, kenê wî bi wî nifşî tê ku bi korîtî hinek bîr û baweriyan hildigirin û bi xwe jî dibin qurbanî. Wek ku bêje, nihilîst bîr û baweriyekê red nakin, lê belê tevahiya jiyanê red dikin. Tevî ku baweriya Bazarov bi hest û sozan nîne, lê zû dibe aşiq, tevî ku pirsgirêkên wî bi buhayên bavê wî re hene, lê vedigere ba bavê xwe û li ber destê wî kar dike.


Bazarov mînaka hinek mirovên vê serdema me ye jî ku qaşo baweriya wan tenê bi zanistê tê! Kenê wî bi Pushkin û Goethe tê, bi çavekî sivik û biçûk li Mozart dinere. Qaşo li şûna wan zanist cihê her tiştî digre. Lêbelê ew bi xwe zû dikeve ber sînor û şiyanên lawaz ên vê zanistê û bi nexweşiyeke berbelav jiyana xwe ji dest dide û zanist nikare ti tiştî jê re bike. Bazarov wêneyeke karîkatûrî ye ji bo wan mirovên li ba me jî ku kenê wan bi fîlosofî û edebiyatê tê û qaşo alîgirên zanistê ne!


Nietzsche hinek ji mijara nihilîzmê li ser karakterên Turgenev wergirtiye û sûd jê dîtiye. Romana Turgenev sala 1861 belav bû, wê çaxê temenê Nietzsche 17 sal bû. Bazarov mînakeke sade ya mirovê vê serdemê ye jî ku Nietzsche behsa wan kiriye, ew mirovên ku hemû bi yek şêweyê hizr dikin, rengê hev didin û hemû hewldana wan jî tenê gihîştina bi xweşî û aramiya demkurt a madî ye.                                                                                                                                                                                                                                                                                                                        

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst