Ji Şarya û Aye peyama vegera gundan
Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêjên zarok Şarya û Aye di strana xwe ya nû de behsa mijara vegera gundan dike.
Şarya û Aye ku du stranbêjên zarok in û heta niha çend klîp amadekirine û vê carê jî klîbeke bi navê “Ber bi gund ve” amadekirine. Her du zarok di vê strana xwe behsa girîngiya vegera gundan dike.
Awazsazê stranê Sawan Hemîd ji Rûdawê re wiha got: “Şarya û Aye du stêrkên stranên zarokan in û hejmareke zêde hezkerên wan hene. Me vê carê bal kişandiye ser sirûş û ciwaniya gundên Kurdistanê. Em dixwazin xelkên gundam ji nû ve vegerin li ser malên xwe jiyana gundan nûjen bikin.”
Gotinên stranê ji aliyê Resûl Siltanî ve hatiye nivîsandin û derhêneriya klîbê jî Saba Hemîd kiriye.