Cenazeyê Dengbêj Mihemedê Nenyasî ji bin kavilan hat derxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yenîşehîr a Amedê cenazeyê dengbêjê Kurd Mihemedê Nenyasi (Mehmet Tanrıverdi) ku di erdheja 6ê Sibatê de ketibû bin kavilên avahiyekê, hatin dîtin. Herwiha berî çend rojan cenazeyên hevjîn û 3 zarokên wî ji bin kavilên heman avahiyê hatibûn derxistin.

Di erdhejên 6ê sibatê yên bi pileyên 7.6 û 7.7 ku navenda wê bajarê Mereşê de, avahiya Navenda Karsaziya Diyar Galeria ya li Yenîşehîra Amedê jî hilweşiyabû.

Dengbêjê Mihemed Nenyasê (75 salî), ku wî ligel malbata xwe çar meh berê erdhejê, ji mala xwe bar kiribûn û li qata şeşan a Galeriayê bicih bibûn, di erdheja ewil a serê sibehê de mala wan jî hilweşiyabû.

Dengbêjê Mihemedê Nenyasî ligel hevjîna xwe Servet, keçên wan Nermîn û Ayfer û kurê wan Yunus Tanriverdî di bin kavilan de mabûn.

Roja Çarşemê 13ê Sibata 2023yan jî cenazeyên hevjîn û 3 zarokên Dengbêj Mihemedê Nenyasi hatibûn derxistin.

Cenazeyê Mihemedê Nenyasi jî duh piştî 10 rojan ji bin xirbeyan hat derxistin.