Belgefîlma Rûdawê xelata baştirîn fîlmê wergirt

Silêmanî (Rûdaw) – Di sêyemîn organîzasyona bi navê “Dîdara Çira ya Fîlmên Dokumêntarî” de, fîlma bi navê “Kuştarge” ya Tora Medyayî ya Rûdawê xelata baştirîn fîlma televîzyonî wergirt.

Sêyemên çalakiya bi navê Dîdara Çira ya Fîlmên Dokumêntarî (belgefîlm) de ku piştî 3 rojan îro (15.12.2013) li bajarê Silêmaniyê bidawî bû, xelabi ser fîlmên serkeftî de hat belavkirin.

Belgefîlma bi navê “Kuştarge” ku ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê û bi derhênaniya Herî Qadir û wênegiriya Heyder Omer ve hatibû kişandin, xelata baştirîn fîlma televîzyonî wergirt.

Rêveberê Berhemanîn û Bernameyên Tora Medyayî ya Rûdawê, Pêşrew Neberd derheqê dîdarê de got: “39 fîlm beşdarî dîdarê bibûn. Rûdawê jî bi 4 fîlman beşdarî kir û bi fîlma Kuştarge karî xelata baştirîn fîlmên televîzyonê werbigire.”

Belgefîlma Kuştargeh ku 24 deqe ye, behsa jiyana du zarokan dike ku birayên hev in û ji bajarê Diyale yê Iraqê hatine Herêma Kurdistanê û li kuştargeheke ajelan kar dikin. Bi roj serê ajelan jê dikin û bi şev jî pasewaniyê dikin.

Hat gotin, çalakiya Dîdara Çira ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Çap û Weşanê ya Wezareta Rewşenbîriyê ve hatibû lidarxistin.