Fîlma derhênerê kurd Yilmaz Erdogan xelata herî baş stand

Hewlêr (Rûdaw) – Fîlma bi navê “Kelebegin Ruyasi” (Xewna Pirpirîkê) ku ji aliyê derhênerê kurd Yilmaz Erdogan ve hatiye çêkirin, xelata “Fîlma Herî Baş a Balkanê” stand.

Di 7emîn Fîlman a Durresê de ku li bajarê Diraçê yê Almaniyayê hat lidarxistin, fîlma derhênerê kurd Yilmaz Erdogan xelatek girîng stand.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, di festîvalê de ku nêzîkî 200 fîlm beşdar bûn fîlma “Kelebegin Ruyasi” ya derhêner Yilmaz Erdogan xelata “Fîlma Herî Baş a Balkanê” wergirt.

Fîlma Kelebegin Ruyas par hatiye çêkirin û lîstikvanên navdar ên tirk Kivanç Tatlitug, Mert Firat û hevjîna Yilmaz Erdogan, Belçîm Bîlgîn rolên serekî dilîzin.

Çîroka fîlmê behsa jiyana helbestvanên tirk Ruştu Onur û Muzaffer Tayyip Uslu dike ku di dema şerê cîhanê yê duyem de li devera Zonguldakê ya Tirkiyeyê ji ber nexweşiya sîlê (toberkîloz) mirin.

Fîlma Kelebegin Ruyasi par jî bibû namzeda xelata Oscarê.