Koma Serxwebûn 3 klîp amade kirine

Hewlêr (Rûdaw) – Ji sê stranên Koma Serxwebûnê re klîp hatine amadekirin.


Rêveberê Koma Serxwebûnê Ehmed Ekaş ji Rûdawê re got, koma wî berî demekê albumeke ji 9 stran pêk tê derxistibûn û ji wê albumê sê stran kirine video klîp.

 

Ehmed Ekaş diyar kir ku, wan ji stranên bi navê "Penaber im", "Derkeve ji Kurdistanê" û "Şîrînî Welat" re klîp amadekirine.

 

Herwiha Eka anî ziman, hemû stranên albuma wan neteweyî ne û li ser Kurd û Kurdistanê ne.


Video klîp bi sponsoriya Tora Medyaya Rûdawê hatine çêkirin.