Jinên girtî li Hewlêrê pêşangehek lidar xistin

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Jinên girtî di girtîgehên bajarê Hewlêrê de pêşangeheke lidar xistin ku tê de 220 tablo nîşandan û hejmarek ji wan tabloyan jî hatin firotin, herwiha pêşangeh bi drûşma Mandel “Xem mêvanekî bê şerme, bi derkirinê jî naçe” hatibû vekirin.

Ev 6 meh bûn ku 12 jinên girtî amadekarî ji bo lidarxistina vê kongireyê dikirin, ku karîn 220 tabloyî ji bidestên amade bikin û di vê pêşangehê de nîşan bidin.

Rêvebera beşa jinan li rêveberiya çaksaziya Hewlêrê Jîno Azad ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Jinên girtî gelek kêfxweş bûn ku encamên westandina xwe dibînin û vê pêşangehê xemên wan kêmkirin”.

Rêveberiya çaksaziya jinan ya Hewlêrê çend xulên fêrkirinê ji jinên girtî re encamp dide, da wan mijûl bike.

Nirxê her tabloyekê di vê pêşangehê de ji 30 ta 100 hezar dînarê Iraqî bû.