Metirsî heye Pirtûkxaneya Kurdî ya li Swêdê bê girtin

Hewlêr (Rûdaw) – Pirtûkxaneya Kurdî ya li paytexta Swêdê bajarê Stockholmê ku bi sedan pirtûkên Kurdî tê de hene, mtirsî heye were girtin.

Rêveberê Pirtûkxaneya Kurdî ya Swêdê Newzad Hirorî bû mêvanê bernameya Diasporayê ya Rûdawê ku ji aliyê Hêmin Ebdullah ve tê pêşkêşkirin.

Newzad Hirorî têkildarê rewşa pirtûkxaneya axivî:

“Di salên dawî de pirsgirêkên aborî ya pirtûkxaneyê gelekî zêde bûne. Yek ji sedemên van jî guherîna hikûmeta Swêdê ye. Hikûmeta Swêdê ya berê, ji bo hemû navendên çandî alîkariyê dikir. Her sal ev alîkarî kêm bû û îsal jî gihişt asta herî kêm.

Em dixwazin pirtûkxane bibe dezgeheke dayîmî. Ji bo gefên girtinê li ser nemînin me kampanya da destpêkirin. Em dixwazin ji bo pirtûkxaneyê avahiyeke din bistînin û ji ber vê jî em ji Kurdan alîkariyê dixwazin.”

Ji bo kesên bixwazin alîkariyê bikin, li ser hesabên pirtûkxaneyê rêbaz hatine parvekirin.

Newzad Hirorî diyarkir ku pirtûkxane yek ji navendên herî kevnar a parastina çanda Kurdî ye û got:

“Li Swêdê herî kêm 150 hezar Kurd dijîn. Ji wan Kurdan hinek kes jî alîkariyê bikin em dê bikaribin dahatûya pirtûkxaneyê biguherînin.”

Newzad  Hiorî heriwiha diyar kir ku wan ji hikûmeta Herêma Kurdistanê jî alîkariyê xwestiye.