Şanoger Erdal Kaya dest bi gera xwe ya ‘Vik û Vala’yê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Şanoger Erdal Kaya, bi nimayîşa yek kesî ya Stand Upê ya “Vik û Vala”yê derdikeve tûrneyê.

Erdal Kaya çavdêriyên xwe yên jiyana rojane bi jêhatîbûna xwe ya pêkenînê re dike yek û di vê gera xwe de pêşkêşî temaşevanan dike.

Nimayîşa “Vik û Vala”yê dê 90 deqeyî berdewam bike.

Erdal Kaya dê li gelek bajaran bi temaşevanan re be û şanohez bi mereqeke mezin li benda hunera wî ne.

Ji niha ve li Amed, Êlih û Wanê bilêtên Stand Upê qediyane.

Dem û cihên Stand Upa Erdal Kaya wiha ne:

23 – 24ê Îlonê / Amed

28ê Îlonê / Êlih

1ê Çiriya Pêşîn / Wan

10 – 11yê Çiriya Pêşîn / Amed

14yê Çiriya Pêşîn / Kocaelî

15yê Çiriya Pêşîn / Stenbul (Ewropa)

16yê Çiriya Pêşîn / Stenbol (Anatoliya)

18yê Çiriya Pêşîn / Çanakkale

22yê Çiriya Pêşîn / Îzmîr

28ê Çiriya Pêşîn / Enqere

31ê Çiriya Pêşîn / Antalya

4ê Çiriya Paşîn / Edene

6ê Çiriya Paşîn / Mêrsîn