Modêlîsta Ukraynî: Kurd bi eşq û evîn kar dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Elona nimayîşkareke bejin bilind a Ukraynayê ye û heftiya borî li Hewlêrê beşdarî nimayîşa cilên Kurdistanê bû. Bejn û bala wî bala hemû temaşevanên nimayîşê kişand. Elonayê di dema wê nimayîşê de ji Rûdawê re axivî.

 

Çend sal e bi karê nimayîşa cilûbergan ve mijûlî?

 

Ezmûneke min a mezin di karê nimayîşa cilûbergan de heye lê ev 7 sal in bi fermî karê modêlîstiyê dikim. Hemû jiyana min bûye model. Ji zarokatiya min ve xewn û xeyala min nimayîşkarî û dîzayn bûye. wate nimayîşkarî demeke bûye beşek ji jiyana min û niha jî ez topmodêla Ukraynayê me.

 

Bi akademîkî te hunera nimayîşkarî xwendiye yan bi azmûn fêr bûyî?

 

Li cîhanê zankoyên ku bikarî têde karê nimayîşê bixwînî pir kêm in. Tenê li Mîlan, London û New Yorkê hene. Dibistanên fêrbûna modêliyê jî hene lê mixabin min nekariye bixwînim. Bi kar û ezmûn bûme model û ezmûna min a çend salan ji min re bûye dibistan.

 

 

 

Li cem we mercên modêlbûnê çi ne?

 

Bi baweriya min bejn û bal û kêşa mirovan hertim ji boı modêliyê negiring in. Giring ew e, ku di karê xwe de bi başî kar bikî û herwiha li cem min tişta herî giring baweriya bi xwe ye. Divê tu hest bikî ku mirovê herî serkeftî tu yî. Herwiha divê netirsî li pêşiya xelkê xwe nimayîş bikî. Çimku eger bitirsî qet nagehî armanca xwe. Lewma hertim xwe baş bibîne û bêje ez dikarim vî karî bikim, hezkirin û şiyana xwe jî nîşan bide.

 

Di vê serdana xwe ya Kurdistanê de te Hewlêr çawa dît?

 

Ez pir kêfxweş im ku vê demê li Kurdistanê bûm li gel hevalên xwe yên modêlîst beşdarî Heftiya Nimayîşa Cilûbergên Kurdistanê bûm. Hewlêr pir xweş e û cihên xweş li vir hene bala geştiyaran dikişe. Silav û rêzên min ji bo xelkê Hewlêrê hene.

 

Berî werî vê derê ti zanyariyeke te li ser Kurdistanê hebû?

 

Ez beriya herim cihekî li ser wê derê dixxwînim, dipirsim û zanyariyan berhev dikim. Li ser înternetê min li dîroka Kurdistanê û bajarên wî xwend. Li ser Kurdan û Kurdistanê hînê gelek tiştên balkêş bûm.

 

 

Çi ciyawaziyek di navbera modêlên Kurdistan û Ukraynayê de heye?

 

Modêlên vê derê herêmî ne, pir ciwan in lê modêlên me bi ezmûntir in û bi profesyoneltir in. Destxweşî li modêlîstên Kurdistanê dikim. Hêvîdar im ku berdewam bin û karê baştir bikin.

 

Te di nimayîşê de cilên kurdî liber kir, ev ezmûneke çawa bû?

 

Ez pir kêfxweş û mat û sermest bûm dema min cilên kurdî li ber kirin. Li cem min cilên kurdî pir taybet in û xwedî ciwaniyeke taybet in. Hesteke pir xweş bû ku min çend caran nimayîşa cilûbergên kurdî kir. Reng û şêwaza cilên kurdî pir ciwan û balkêş e.

 

Ji bilî Heftiya Nimayîşa Cilên Kurdî, tu beşdarî çend nimayîşên cîhanî bûyî?

 

Zêdetirî 7 sal in li dehan welatên cîhanê beşdarî nimayîşan bûme. Çûme Çînê, Lûbnan, Almanya, Fransa, Îspanya, Rûsya, Azerbaycan, Îmrat û çendîn welatên din.

 

Li kîjan welatî bîranînên te yên xweş û balkêş hebûn?

 

Nikarim bêjim bi tenê welatekî bîranînên min ên xweş hene û ew ji yên din baştir e. Her welatek xwedî çand û ferhengek cuda ye û xwedî şêwaza cilên taybet e. Min ji tevan jî ezmûn wergirtine lewma hemû jî li cem min xoşevîst in, bîranînên xweş li cem min hiştine û bi wan serbilind im.

 

 

Te li gel gelek dîzaynerên Kurd jî kar kir, asta wan çawa bû?

 

Bêguman hinek dîzayneran karekî ciwan pêşkeş kirin, bi taybetî Kak Goran, ku cilên wî pir balkêş û ciwan bûn. Bi giştî ez ji dîzaynerên Kurd geşbîn im, hêvîdar im zêdetir xwe biwestînin, zêdeti hizra bi profesyonelbûnê bikin.

 

Eger vegeriyayî welatê xwe, derbarê Kurdistanê de tu dê ji hevalên xwe re behsa çi bikî?

 

Ya yekemîn ez ê behsa Kelha Hewlêrê bikim, behsa cihên dîrokî bikim. Herwiha ez ê behsa karê cilûberf û ferhenga Kurdistanê bikim. Herwiha ez ê behsa mêhvanperwerî û mîhrebaniya gelê Kurdistanê bikim. Behsa jêhatîbûn û zîrekiya Kurdan bikim. Kurd ji bo çi karan hewl bidin serkeftî dibin, ji ber ku bi eşq û evîn kar dikin.