Lîstika Mem û Zîn xelateke din wergirt

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Xelatên Bînerên Direklerarası encama nirxandina lîstikên sezona 2021-2022an eşkere kir. Lijneya Bînerên Direklerarasi li gelek bajaran lîstikên şanoyê temaşe dike û li gor pîvanên xwe xelatan belav dike.

Li gor encamê, li Êlihê performansa Kenan Demir a di lîstika Mem û Zîn de şayanî xelata "lîstikvanê mêr yê salê" hat dîtin. Mem û Zîn du xelat jî ji 17. Festîvala Şanoya Kurdî ya Saqqezê wergirtibû

Mem û Zîn ku bi konsept û derhênerîya Mîrza Metîn derketibû pêşberî bîneran, du xelat jî ji 17. Festîvala Şanoya Kurdî ya Saqqezê wergirtibû.

Mem û Zîn ji bo 17. Festîvala Şanoya Kurdî ya Saqqezê hatibû vexwendin ku di navbera 13-17ê Gulana 2022an de pêk hatibû. Ji bo festîvalê 10 lîstikên kurdî hatibûn vexwandin ji bajarên cuda yên Kurdistana Başûr, Bakur û Rojhilat.

Li gor encama nirxandina lijneya xelatan ku ji Goran Ali Karim, Bahruz Gharippoor û Aliraza Naimi pêk dihat, lîstika Mem û Zîn xelatên “ronahîya herî baş” û “muzîka herî baş” wergirt û ji bo xelata sêwirana sehneyê jî wek berendam hat nîşandan ku her sê jî ji alîyê Mîrza Metîn ve hatibûn sêwirandin.

Biryar  e Şermola Performans di sezona nû de bi lîstikên Mem û Zîn û Bûka Lekî û her wiha bi berhem û projeyên nû li Êlihê û li bajarên cuda yên cîhanê perdeyên xwe veke.