Jineke ji Rojavayê Kurdistanê beşek ji mala xwe kiriye muzexane
Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Maşûqê yê girêdayî Çil Axe li Rojavayê Kurdistanê jinekê beşeke mala xwe kiriye muzexane tê de kelûpelên kevnar yên navçeya kom kirine, wan diparêze.
Hezniya Osman a 50 salî ku li Çil Axe ligel dayika xwe dijî, beşeke mala veguheriya muzexaneyê û d tê de kelûpelên kevnar yên navçeyê parastiye.
Hezniya dibêje, ew dixwaze dîroka navçeya xwe biparêze, ew geriya ye û ji nava xelkê parçeyên dîrokî kom kirine, hinek ji wan kirîne û hinek jî li ser destê xwe çêkirine.
Heznî ku xwe bi nave Keça Kurd dide naskirin dibêje, wê kelûpelên kevnar ji gundên navçeyê kom kirine, hinek kirî ne û hinek kelûpel jî li ser destên xwe çêkirine.
Hezniya Osman got: “Ez tiştên bi kultera me ve eleqeder berhev dikim. Ji bilî tiştên bi Kurdî ve eleqeder, hinek kelûpelên Suryanî û Ereban jî hene. Ez dixwazim kevneşopiya me bê naskirin û zindî bimîne.”
Keça kurd di ber karê komkirina kelûpelên kevnar dayika xwe ya bi temen xwedî dike.
Ji bilî vî karî, Heznê rûpeleke Facebookê û yek Youtubê çêkiriye û karê xwe yê rojane li ser belav dike. Zarokên xweha wê jî di karê teknîkî de alkariya wê dikin
Heta niha bi hezaran kes karê Hezniya Osman dişopînin, Heznî yan jî Keça Kurd dibêje, ew hemû karê wê ji bo parastina keltûra Kurdî ya navçeyê ye.