Komeleya Civaka Kurdî li Almanyayê ji bo 30 saliya xwe konserek saz dike

Bonn (Rûdaw) – Komeleya Civaka Kurdî ya Siegburg – Bonn ku yek ji kevntirîn komeleyên civaka Kurdî ye û di sala 1989an de hatiye damezrandin, ji bo 30yemîn salvegera damezrandinê, bi amadekariyên sazkirina konsertekê ve mijûl e.

 

Li aliyekî muzîkjen û stranbêj prova dikin û li aliyekî din jî karmend û damezrînerên Civaka Kurdî amadekariyên xwe dikin daku ji bo 30 saliya komeleyê, konserteke mezin saz bikin.

 

Serokê Civaka Kurdî ya Siegburg – Bonn Mûsa Eteman ji Rûdawê re ragihand: “Roja şemiyê demjimêr pênc mêvan dê werin, demjimêr şeş konsert dest pê dike bi amadebûna 12 hunermendan. Em wisa çaverê dikin ku gelek mêvan amade bin û li gel me ahenga damezrandinê bigrin.”

 

Konsert li hola sereke ya bajarokê Troisdorf ê nêzîkî bajarê Bonn tê sazkirin û Tora Medyayî ya Rûdawê sponsora medyayî ya konsertê ye.

 

Civaka Kurdî ya Almanyayê ji 25 komeleyên civaka Kurdî li bajarên cuda cuda yên Almanyayê pêk tê. Komeleya Civaka Kurdî ya Siegburg – Bonn komeleya herî mezin û kevn e, 30 sal in di warên çand, rewşenbîrî, şêwirmendiya koçberan û fêrbûna zimanê Kurdî û Almanî de xizmeta Kurdan dike.