Şanogerên kurd dibin endamê Peymangeha Şano ya Cîhanî

Hewlêr (Rûdaw) – Peymangeha Şono ya Cîhanî (ITI), ku ser bi rêxistina UNESCOyê ye, bi fermî qebûl kir, ku şanogerên kurd bibin endamên vê enstitûyê.  


Şanogerê kurd Îhsan Osman derbarê vê yekê de ji Rûdawê re got: “Roja 28ê Gulanê li Hamburgê beşdarî konferansa Peymangeha Şano ya Cîhanî ya Almanyayê bûm. Serokê ITI yê Tobias Biancone jî di konferansê de amade bû. Di wê konferansê de bûme endamê ITI a cîhanî. Di yekemîn civînê de min pêşniyar kir Herêma Kurdistanê bibe endamê peymangehê û ev pêşniyar jî hate qebûlkirin.”

 

Osman diyar kir: “Di peyrewa bernameya UNESCO de tê gotin, tenê welatên serbixwe dikarin bibin endam. Lê bi tevî dijîtiya Tirkiye, Sûriye û Îranê, me karî bi piştgiriya Almanya, Îtalya, Nemsa, Holanda, Lûksenbûrg û çendîn welatên din, herwiha bi pişrgiriya Serokê ITI bibin endam.”

 

Şanogerên kurd weke şanogerên welatên din bi Ala Kurdistanê dê beşdarî konferansa cîhanî bikin.






 

Îhsan Osman got: “Biryar e di Tîrmeha îsal de li Îspanyayê kongeransa Peymangeha Şano ya Cîhanî were sazkirin. Endamên kurd dê bi Ala Kurdistanê beşda bibin. Mafê şanogerên kurd heye, ku ji bo serokatiya ITI xwe berbijêr bikin.”

 

Peymangeha Şano ya Cîhanî "International Theatre Inistitute” di sala 1948ê de hatiye damezrandin. Heta niha zêdetirî 90 welat endam in. Ev peymangeh sal kesayeteke diyar ê şanokar, peyama cîhanê ya salê dinivîse û herwiha bi dehan festîvalan saz dike.