Fîlma 'Aforoz' a derhênerê Kurd Yilmaz Ozdîl beşdarî 48 festîvalan bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Fîlma Derhenerê Kurd Yilmaz Ozdîl beşdarî 48 festîvalan bûye û di 7 festîvalan de jî hatiye xelatkirin. Kurtefîlma Aforoz derhêneriya wê Yilmaz Ozdîl kiriye.

Fîlma Afozor di festîvalên li Yunanistan, Swêd, Îspanya , Cezayîr, Îtalya û di Festîvala Fîlman a Duhokê de hatiye xelat kirin.

Yilmaz Ozdîl yek ji derhenerên Kurd e ku di van salên dawî de berhemên wî rastî elaqeyeke mezin tên. Ozdîl bi fîlma “Barê Giran” beşdarî gellek Festîvalan bibû û bi dehan xelat wergirtibûn. Yilmaz Ozdîl îsal jî bi fîlma xwe ya bi navê “ Aforoz” dîsa beşdarî festîvalan dibe.

Fîlma Afozor heta niha li Yunanistan, Swêd û di Festîvala Duhokê de weke fîlma herî baş hatiye xelatkirin. Fîlmê di heman demê de Li Îspanyayê xelata baştirîn lîstikvan, li Îtalyayê xelata baştîrin 2 xelatên mansîyon û li Cezayîrê jî xelata baştirîn derhêner wergirtiye.

Senaryoya fîlma Aforoz jî her dîsa ji aliyê Yilmaz Ozdîl ve hatiye nivîsin, Fîlm li Hîzan a Bedlîsê hatiye kişandin û behsa çîroka rêwîngiya Ziko û Lalo dike, Ziko weke kesekî nexweşiya derûnî pê re piştî ku tawanekê dike bi biryara gundiyan ji gund tê derxistin û dixwaze xwe bigihîne bajêr û di rê de jî Lalo dibîne û çîroka wan destpê dike.

Di fîlma Aforoz de ji Başurê Kurdistanê jî lîstikvanên weke Tariq Akreyî û Saman Mistefa jî cih digirin. Di derbarê fîlma Aforoz de Yilmaz

Ozdîl ji Rudawê re axivî û got: “Fîlma Aforoz bi keda zêde û bi ekîbeke

baş hatiye amadekirin, em heta niha beşdarî 48 festîvalan bûne û fîlma

me 7 caran jî hatiye xelatkirin, Aforoz bi taybetî di qada nawdewletî

de rastî elaqeyeke baş hat.”

Yilmaz Ozdîl

Sala 1979an li navçeya Gever a Colemerêgê ji dayîk bûye, mastera xwe ya sînemayê li Zanîngeha Panthéon Sorbonne temam kiriye û sala 2013an li Zanîngeha Sorbonne Nouvelle dercûyê doktorayê ye, li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê mamosta ye. Aforoz duyem fîlma wî ye.