Fîlmên li ser Kurdên penaber di festîvala Îzmîrê de cih digrin
Îzmîr (Rûdaw) - Duyemîn Festîvala Navdewletî a Fîlmên Penaber a Îzmirê di 12ê Nîsanê de li wî bajrî, li Navenda Çandê ya Fransî bi merasîma vekirinê dest pê kir û dê 50 filmên derbarê penaberan de bên nîşandan.
Duyemîn Festîvala Navdewletî a Fîlmên Penaber, di 12ê Nîsanê da li bajarê Îzmirê dest pê kir û dê heta 16ê Nîsanê berdewam bike. Festîvala ku sala par ji ber pandemiyê bi awayekê online hatibû kirin îsal li salona sînemayê tê kirin. Festîval ji aliyê Komeleya Pireya Gelan a Îzmirê ú bi piştgiriya Navenda Çandê a Fransî ve tê organîzekirin.
Festîval ji aliyê Komeleya Pireya Gelan ve tê sazkirin û dê 50 filmên derbarê penaberan de bên nîşandan. Her wiha çend fîlmên li ser Kurdên Êzidî û penaberên Rojavayî jî cih digrin. Duh li ser Kurdên Êzidî panelek birêve çû û jinek Êzidî ku li Ciyayê Şingalê ji destê DAIŞê rizgar bûye, behsa çîroka xwe ya trajîk kir. Jinên Êzidî ji dewlet û civaka Tirkiyê daxwaz kirin ku ew jenosîda Êzidîyan qebûl bikin.
Di çarçoveya Festîvale da 36 kurtefilm, 14 belgefîlm, filmên metrajdirej û animsayon bi giştî wê 50 film bêne nişandan. Her wiha wê gotûbêjên derhênerên penaber jî hebin.
Temaşevan Bilal Olgun dibêje: “Tiştên tên serê penaberan bi rastî pir zor e. Temasekirina van fîlman jî pir zor in. Jixwe em merivên hesas rewâa penaberan baş dizanin."
Beşekî fîlm û gotûbêjên festîvalê li ser jenosîd û karesata Kurden Ezidiyan e. Bi besdariya nivîskarê Tirk Zülfü Livaneli û jinek Êzidî ku li Ciyaye Şingalê ji destê rexistina DAIŞê rizgar bûye, bi navê 'çîrokên berxwedana ezidiyan' panelek jî hat kirin. Jinên Êzidî ji dewlet û civaka Tirkiyê daxwaz kirin ku ew di qada navdewletî de jenosida Ezidiyan qebûl bikin.
Jina Êzidî ya rizgarbûyî Emîne Qasim Xelef got: “Beriya ku Daîş bê Şingalê em li gel malbata xwe bi awayekê bextewar dijiyan. Lê piştî DAIŞ hat hemû xewn û xeyalên me têk çûn.”
Nivîskar û muzîsyen Zulfu Livanelî jî got: “Eer em bi nêrîna hemû rûyê erdê welatê min û mirovahî jî miletê min e binêrin wê cudahî û pirsgirêkên heyî jî safî bibin.”
Li gorî amarên fermî piranî penaberên Sûrî û Rojavayî bi giştî li İzmirê derdora 200 hezar penaber hene. Armanca festîvalê ev e ku balê bikşîne ser rewşa penaberan û ji bo pirsgirêk û daxwazên wan bibe platformeke dîtbarî.
Siyasetmedar û Mafnas Akin Birdal jî dibêje: “Bi rastî ev Festîval li ser pirsgirêkeke girîng radiweste. Ew jî mijara penaberan e. Em mafnas baş dizanin ku mafên gelan û penaberan hene ji bo li welatek bi azad bijîn.”
Di festivalê de li gel zimanên din 4 fîlmên ku zimanê wan bi Kurdî ye û behsa Kurdên Êzidî û penaberên Rojavayê Kurdistanê dikin jî dê bê pêşandan. Festîvala wê heta 16ê Nîsanê ber dewam bike.