Erdal Kaya bi Stand Upeke nû derdikeve pêşberî temaşevanan

Hewlêr (Rûdaw) - Şanoger Erdal Kaya, piştî “Vik û Vala”  bi Stand Upeke nû derdikeve pêşberî temaşevanan.

Şanogerê Kurd ê navdar Erdal Kaya piştî Stand Upa xwe ya bi navê “Vik û Vala” bi standupa xwe ya nû ya bi navê “Zikopişto” derdikeve pêşberî temaşevanan.

Stand Upa “Zikopişto” ji bo kesê temên wan di ser 13yê re ye û 120 xulekan berdewam dike.

Erdal Kaya çavdêriyên xwe yên jiyana rojane bi jêhatîbûna xwe ya pêkenînê re dike yek û di vê gera xwe de pêşkêşî temaşevanan dike.

Kaya dê li gelek bajaran bi temaşevanan re be û şanohez bi mereqeke mezin li benda hunera wî ne.

Dem û cihên Stand Upa Erdal Kaya wiha ne:

9ê Çiriya Paşî / Êlih

3,12 û 26ê Çiriya Paşîn / Amed

15yê Çiriya Pêşîn / Mûş

17yê Çiriya Paşîn / Bedlîs

23yê Çiriya Pêşîn / Şirnex

21ê Çiliya Pêşîn / Mêrdîn