Filmên konseran ên dahata wan herî zêde diyar bûn
Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêjên navdar ên cîhanî Beyonce û Taylor Swift amadekariyê dikin ku turneyên xwe yên konseran wekî film li salonên sînemayan nîşan bidin.
Tê pêşbînîkirin ku fîlmên konseran deriyekî nû li cîhana sînemayê vekin û tewr tê pêşbînîkirin ku temaşevanên wan ji yên filmên Hollywoodê zêdetir bin.
Filma Taylor Swiftê îro li salonên sînemayê tê nîşandan û ya Beyonceyê jî dê 1ê Kanûna Pêşîn bê nîşandan.
Li gorî texmînan, dahata berhemên Beyonce û Taylor Swiftê dê dahata filmên Hollywoodê jî derbas bike.
Beriya filma konserên Beyonce û Taylor Swiftê gelek grûbên muzîkê û stranbêjê din jî salonên sînemayê tiji kirine.
Filmên konseran ên dahata wan herî zêde, li gorî rêzê bi vî rengî ne:
1 – Justin Bieber: Never Say Never (2011)
Dahata wê: 73 milyon dolar
2 – Michael Jackson: This Is It (2009)
Dahata wê: 72 milyon dolar
3 – Hannah Montana û Miley Cyrus: Best of Both Worlds Concert (2008)
Dahata wê: 65,2 milyon dolar
4 – One Direction: This Is It (2013)
Dahata wê: 28,8 milyon dolar
5 – Katy Perry: Part Of Me (2012)
Dahata wê: 25,3 milyon dolar
6 – Jonas Brothers: The 3D Concert Experience (2009)
Dahata wê: 19,1 milyon dolar
7 – Madonna: Truth or Dare (1991)
Dahata wê: 15 milyon dolar
8 Glee: The 3D Concert Experience (2011)
Dahata wê: 11,8 milyon dolar
9 – U2 (2008)
Dahata wê: 10,3 milyon dolar
10 – U2: Rattle and Hum (1988)
Dahata wê: 8,6 milyon dolar